Nobeta hêzên demokrasî û kedê ket roja duyemîn
Nobeta hêzên demokrasî û kedê ket roja duyemîn
Nobeta hêzên demokrasî û kedê ket roja duyemîn
Hêzên demokrasî û kedê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Gezî, çalakiya nobedariyê ya du saetan îro jî berdewam kirin.
Hêzên demokrastiyê yên bi banga KESK, TMMOB, TTB, DİSK û Baroya İzmîrê hatin cem hev li Qada Gundogdu ya Îzmîrê çalakiya nobetê ya du saetan pêk anîn. Ligel HDK’iyan gelek saziyên civaka sivîl jî tevli çalakiyê bûn. Li qadê pankart hatin daliqandin. Çalakvana balkişand ser komkujiya RoboskÊ û dovîzên wekê ‘Dê hesabê Roboskê bê pirsîn’ hildan.
Her wiha KESK’ê biryara gireva ku dê pêk bînin îlan kir û piştgirî xwest. Heta ku pirsgirêka Parqa Gezî çareser nebe dê çalakî bidomin.