Nobedarên vê hefteyê xebatkarên alîkariya însanî ne
Nobedarên hefteya 382'an a çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê xebatkarên alîkariya însanî ne.
Nobedarên hefteya 382'an a çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê xebatkarên alîkariya însanî ne.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir bi biryardarî didome.
Çalakiya ku armanca xwe heta azadiya Ocalan e vê hefteyê ji aliyê komek ji mirovên karê alîkariya însanî dikin ve tê meşandin. Kom ji Îbrahîm Kasakoglû, Mûhîttîn Dolaşi, Badaş Abdo û Fettah Cîrît pêk tê.
Komê bang li saziyên welatên Ewropayê kir ku zilm û êrîşkariya dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestînin.
Çalakgeran diyar kirin ku armanc ji êrîşên dewleta Tirk qirkirina Kurdane û bang li gelê Kurd kirin ku li dijî vî şerî û komkujiyên tên kirin raweste.