Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Kîelê ne
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin, di hefteya 248. de ye. Kurdistaniyên ji Kîelê hatine vê hefteyê nobedê digirin.
ANF
STRASBOÛRG
duşem, 20 adarê 2017, 08:12
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de hat destpêkirin, her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji bajarekî Ewropayê tê lidarxistin.
Kurdistaniyên ji Rojava yên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin û hefteya bihurî nobed girtin, nobed radestî koma ji 4 kesan a ji bajarê Kîel ê Elmanyayê kirin. Di çalakiya vê hefteyê de Bîlîcan Eroglû, Hasan Serhat, Mazlûm Mûstafa û Tûncay Varto cih digirin.
Bîlîcan Eroglû li ser çalakiya nobedê axivî û diyar kir, weke jinekê ew pê dizane ku heta Ocalan azad nebe, jin jî nikarin azad bibin.
Eroglû bal kişand ser referandûma serokatiyê û anî ziman, Erdogan ji bo dîktatoriya xwe mayînde bike referandûm xistiye rojevê. Eroglû bang li her kesî kir, bi taybetî ji jinan xwest, ku dengê 'NA' bidin.
Çalakgerekî din jî destnîşan kir,, ku çalakiya nobedê wê heta azadiya Ocalan bidome. Çalakger bibîr xist, ku ew di pêvajoyeke girîng de ne û bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.