Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Swêdê ne

Nobeda Azadiyê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 246. de ye.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike. Nobed vê hefteyê ji aliyê 4 Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Swêdê hatin, tê girtin.

Zemzem Guneş, Hatîce Sert, Rizgar Heyder û Fîkret Ûçar roja Yekşemê nobed ji endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dewr girtin.

Endamên koma ji Swêdê, ji serê sibehê heta êvarê, agahiyê didin xebatkarên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), tûrîst û şêniyên bajêr.

Çalakger her wiha pirtûka Ocalan a bi navê 'Li Kurdistanê şer û aştî" û belavokên li ser têkoşîna jinên Kurd û pirsgirêka Kurd belav dikin.

BANG LI SAZIYÊN EWROPAYÊ HAT KIRIN

Li ser navê komê daxuyaniyek hat dayîn û bal hat kişandin ser girîngiya çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çalakgeran dan xuyakirin, ku Kurd wê ji azadiya Ocalan tawîzê nedin û banga lidarxistin çalakiyan kirin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên Ewropayê li pêşberî faşîzma AKP'ê hat rexnekirin û hişyarî hat dayîn, ku Erdogan bi rêya komkujiyan hewl dide dîktatoriya xwe ava bike.

Di daxuyaniyê de ji Konkseya Ewropayê, CPT, DMME û saziyên din ê Ewropayê hat xwestin, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakgeran ji alîgirên demokrasî û azadiyê yên li Ewropayê jî xwestin, ku tevlî kampanya 'NA' ya li dijî dîktatoriyê bibin.

Koma nobedar a ji Swêdê wê heta roja Yekşemê nobedê bigire û piştre çalakî dewrî komeke din bike.