Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Rojava ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a bê navber a Kurdan e, di hefteya 351'ê de ye.

Çalakî li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê. Hefteya derbasbûyî Kurdên ji bajarên cuda yên Swîsreyê nobed digirtin.

Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 351'ê de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ne. Mehmet Mehmet, Abdulrahman Genç û Exmet Sendro di nava koma çalakger de cih digirin.

Endamên koma ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku wê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nekin û helwesta Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bi tundî şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin, divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn û gotin, "Ji bo Rêberê Gelê Kurd karibe bi rola xwe ya ji bo gelên Rojhilata Navîn bilîze, divê tavilê azad bibe."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an li ser pêşniyara dostên Kurdan ên ji Ewropayê û gelek welatên cuda, piştî greva birçîbûnê ya 52 rojan dest pê kiribû.