Nobedarên vê hefteyê Kurd û Elman in

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Çalakgerên Kurd û Elman ên ji bajarê Salzgitterê nobedarên vê hefteyê ne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 311'an de ye.

Nobeda ku hefteya bihurî ji aliyê endamên Însiyatîfa Jinan a Hollandayê ve hate girtin, vê hefteyê dewrî dostê Kurd ê Elman Alex Weist û welatparêzên Kurd Levent û Şervan ên ji bajarê Salzgitter ê Elmanyayê hate kirin.

Çalakger wê hefteyekê belavokên li ser nêrînên Ocalan belav bikin û piştgiriyê bidin daxwaza ji bo azadiya Ocalan. Endamên koma nû destnîşan kirin ku ew dîlgirtin û tecrîda giran a li ser Ocalan ti carî qebûl nakin û ji bo azadiay Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamên Însiyatîfa Jinê ya Hollandayê jî dema nobed radestî koma nû kirin, bang li her kesî kirin ku destekê bidin nobedê û çalakiyên din ên ji bo azadiya Ocalan.