Nobedarên vê hefteyê koma ji Bremenê ye
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Bremen ê Elmanyayê ve tê girtin.
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê, ji aliyê komeke nû ya ji bajarê Bremen ê Elmanyayê ve tê girtin.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku nêzî 6 sal in bi rengekî bê navber li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, her hefteyê bi beşdariya komeke nû dewam dike. Ji roja Yekşemê û vir ve welatparêzên Kurd Nîzam Sîncar, Mûstafa Yilmaz û Şeymûs Ozer ên ji bajarê Bremen ê Elmanyayê hatine nobedê digirin.
Nîzam Sîncar bi navê komê axivî û diyar kir ku bi esareta Ocalan re ku 19 sal in dewam dike, hewl tê dayin ku vîna gelê Kurd bê şikandin. Sîncar destnîşan kir ku xwedîderneketina li rêbertî sedema bingehîn a têkçûna hemû serhildanên beriya niha bû û got, gelê Kurd derseke girîng ji vê yekê derxistiye.
Endamê koma ji Bremenê Nîzam Sîncar diyar kir, gelê Kurd wê xwedî li Ocalan û îradeya xwe derkeve û got, berdêla xwe çi dibe bila bibe divê her Kurdek xwedî li Rêbertî, ax û azadiya xwe derkeve. Sîncar got, "Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li xaka Kurdistanê ye. Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li gelê Kurd e."
Koma ji Bremenê bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.
Çalakgeran ji bo li ser armanca çalakiya xwe agahiyê bidin, belavokan belav dikin.