Nobedarên vê hefteyê koma ji Ûlm-Pforzheîmê ye

Nobeda azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, vê hefteyê ji aliyê koma ji bajarên Ûlm û Pforzheîmê ve dewr hate girtin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 276'an de ji aliyê komeke nû ve dewr hate girtin.

Endamên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, ku hefteya bihurî nobed girtin, çalakî dewrî Kurdistaniyên bi navê Sûfyan Şengalî, Zagros Qamişlo, Abdulkerîm Çîçek û Hecî Nasir ên ji bajarên Ûlm û Pforzheîm ên Elmanyayê hatî, kirin.

Çalakgerên ku roja Yekşemê nobed dewr girtin, dan xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan gihîştiye asteke welê ku nema dikare bê qebûlkirin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku gelê Kurd nema dikare li pêşberî vê rewşê bêdeng bimîne. Çalkageran bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê kir, ku li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan, bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Di nobeda "Azadî ji Ocalan re" heta niha bi sed hezaran belavok hatin belavkirin. Heta sala 2015'an zêdeyî 10 hezar îmze hatin komkirin. Zêdeyî 1500 kes tevlî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê ya endamên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li heman herêma çalakiya nobedê tê lidarxistin.