Nobedarên hefteya 420'an koma ji Pforzheîmê ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, bi komeke nû ya ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 420'an de bi biryardarî didomê.

Nobedarên hefteya derbasbûyî Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrg û derdora wê bûn. Vê hefteyê jî komek ji çar kesan a ji bajarê Prozheîmê û derdora wê dest bi çalakiyê kir. Kom ji Kurdistaniyên bi navê Cafer Selçûk, Alî Gokçe, Abdullah Mûtlû û Denîz Kûrt pêk tê.

Cafer Selçûk bi navê komê axivî û bi bîr xist, ku demeke dirêj e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê û destnîşan kir ku aliyekî hiqûqî yê vê yekê nîne. Selçûk got, "Ev yek zilmeke ku li gelê Kurd tê kirin. Bi dîlgirtina Rêberê me re pirsgirêka Kurd çareser nabe."

Berdevkê komê destnîşan kir ku Ocalan yekane navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e û diyar kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de divê sekneke hîn bi biryar nîşan bide.

Cafer Selçûk got, "Em neçar in ku di vê pêvajoyê de hîn bi biryardarî bimeşin. Li her deverê em xwedî li Rêberê xwe derkevin."

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû. Di nava 420 hefteyên derbasbûyî de her hefte komên ji 4-5 kesan nobed girtin û nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî bi rêk û pêk herî kêm mehê carekê bû nobedar. Şoreşgerên Ewropî û Tirkiyeyî jî piştgirî dan çalakiyê.