Nobedarên berxwedanê rastî êrîşê hatin
Nobedarên berxwedanê rastî êrîşê hatin
Nobedarên berxwedanê rastî êrîşê hatin
Nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê mehek temam kir. Girseya gel a li gundê Henêrk ê li rojavayê sînor nobedê digirin, rastî êrîşa leşkeran hatin.
Êrîşa leşkeran a li hemberî girseya ku ev meheke li ser sînorê Pirsûsê nobedê digire, dewam dike. Girseya gel a ku tevî bi dehan êrîşan jî cihê xwe yê nobedê neterikand, li gundê Henêrkê rastî êrîşê hat. Girseya gel a ku piştî gundê Boydê cihê xwe yê nobedê rakir gundê Henêrkê, li êrîşa leşkeran rast hat. Li dû destwerdanê 4 kes hatin binçavkirin. Tevî êrîş û destwerdanê jî nobedar bi biryar in li ser sînor nobeda xwe dewam bikin.