Nobeda ji Ocalan re azadî ku ji aliyê Kurdên li Ewropa û dostên wan ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Parlemtoya Ewropayê li dar xistine di hefteya 243’emîn de ye.
Ji roja Yekeşemê û vir ve endamên Ciwanê Azad û Jinên Ciwanê Azad ên Strasboûrgê didomînin.
Koma ji 5 kesan pêk tê ku çalakiyê didomînin di nava rojê de bi armaca piştgiriyê ciwan rojane beşdar dibin.
GELEK KES TÊN AGAHDARKIRIN
Ciwanê endamê Ciwanên Azad têkildarî çalakiyê agahî da, diyar kir ku ji roja Yekşemê û vir ve bi belavokan û bruşoran gelek kes agahdar kirine. Endamê Ciwanên Azad pirtûkên destan ên Ocalan ‘Li Kurdistanê Şer û Aşatî ‘ û Jineolojiyê hatine amadekirin li kesên derdor hatin belavkirin, her wiha bi gotinî jî gelek kes hatine agahdarkirin.
Ciwnan di belavokên agahdarkirinê de bal kişandin ku ev 19 sal in Ocalan di nava şert û mercên esaretê de ne, di van du salên dawî de jî şertên esaretê hê hatiye girankirin. Endamê ciwanê azad diyar kir ku gel eleqeyek mezin nîşanî gel dikin.
Endamên Ciwanê Azad û Jinên Ciwanê Azad diyarkirin ku nobeda wan bi coş dewa dikie û ciwan tim dirûşmên “ Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ji Ocalan Re Azadî , Ji Kurdistanê Re Statû” û “Bijî Serok Apo” qîr dikin.
‘HETA RÊBERTIYA ME AZAD BIBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’
Endamên Ciwanê Azad û Jinên Ciwanê Azad ên Strasboûrgê bal kişandin ser girîngiya Ocalan û peyama dev ji çalakiyên azadiya Ocalan bernadin.
Di daxuyaniya li ser navê koma ciwanan de ev tişt hate gotin: “Em bi ti awayî şert û mercên esaret ali ser Ocalan qebûl nakin, heta Rêbertiya me azad bibe wê çalakiya nobedê bidome û li qadên cuda cuda çalakiyan pêş bixin. Ciwanê Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadene ku canê xwe feda bikin.”
ÇALAKIYA KURD A HERÎ BÊ NAVBER DEWAM DIKE YE
Nobeda ji Ocalan re Azadi li ber Konseya Ewropayê di 25’ê Hezîranê 2012 de testpêkirî her hefte Roja Şemiye bi dorveger komên ku ji deverê cuda ên Ewropa tên dewri digirin. Nobeda Azadiyê, çalakiya heta roja me ya îro çalakiya herî dirêj a bênavber ya Kurdên Ewrupayê ye.
Bi saya çalakiya nobedê, di nav 4 sal, 7 meh û 20 rojan de, bi sed hezaran Fransî û kesên ku ji gelek deverên cuda yên cîhanê hatin Strasburgê, li ser rewşa Ocalan hatine agahdarkirin. Kurd di vê çalakiyê de gihîştin bi hezaran kesî xwestekên xwe bi devkî parvekirin.