Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma ji Hannoverê ve tê girtin
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) tê lidarxistin, ji aliyê komeke ji bajarê Hannover ê Elmanyayê ve tê meşandin.
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) tê lidarxistin, ji aliyê komeke ji bajarê Hannover ê Elmanyayê ve tê meşandin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 235. de ye.
Welatparêzên kurd Ehmedê Hecî Receb, Feqîr Îso, Şêxo û Îsa Ezgî yên ji bajarê Hannover ê Elmanyayê hatin, ji roja Yekşemê ve nobedê digirin.
Tevî ku germa hewayê dadikeve binê sifirê jî, çalakî bênavber dewam dike. Çalakgeran dan xuyairin, ku di vê her kes girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo wan, baş fêhm bike.
Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate gotin, "Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin." Çalakgeran destnîşan kir, ku Ocalan nîşaneya pakbûn û rûmeta gelê Kurdistanê ye.
Endamên komê diyar kirin, ji bo azadiya Ocalan divê li hemû parçeyan têkoşîneke xurt bê meşandin û gotin, ji bo serketina vê têkoşînê çi ji destê wan bê, ew ê bikin.
Endamên Koma Hannoverê gotin, heta roja Yekşemê ew ê li herêma ku saziyên Ewropayê KE, DMME û CPT lê ne, ji bo azadiya Ocalan bixebitin.
Çalakger ji saet 07:30 heta 16:30 nobedê digirin û li ser pirsgirêka Kurd û rola Ocalanl belavokan li derdorê belav dikin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kir, ev 4,5 sal in bê navber dewam dike.