Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, her hefte ji aliyê komên cuda ve tê girtin.
Vê hefteyê jî welatparêzên Kurd ên ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê Rasmiya Kaşkin, Cîmha Bakir, Suleyman Xalaf, Xalit Şengalî û li ser navê Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Sabrî Atan ve tê girtin. Tevî berf û seqemê jî, çalakî bi coşeke mezin dewam dike.
DIVÊ DAXWAZA AZADIYÊ DI HER KÊLIYÊ DE BÊ BILÊVKIRIN
Rasmiya Kaşkin li ser navê Koma Ûlmê daxuyaniyek da û diyar kir, ew êdî nema dikarin xwe li esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin. Kaşkin destnîşan kir, divê Kurdên li Ewropayê di her kêliyê de daxwaza azadiyê bilêv bikin.
Çalakgeran bang li dewletên ewropayê jî kirin, ku bes destekê bidin dîktator Erdogan.
OCALAN JI BO GELÊN ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG E
Ji NAV-YEK'ê Sabrî Atan jî da xuyakirin, ku azadiya Ocalan ji bo civaka Êzidî gelekî girîng e. Atan bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo Êzidiyan û gelên Rojhilata Navîn û got, gelên Rêberê xwe rehîn be, azad nabin.
Sabrî Atan bibîr xist, ku gerîlayên bi felsefeya Ocalan tevdigerin, li Şengalê pêşî li qirkirineke mezin girtin û got, "Eger gerîla berê li Şengalê bûna, dibe ku DAIŞ'ê nekarîbû ewqas mirovên me bikuşta û esîr bigirta."