Nobeda Edaletê: Ji bo çareseriyê dawî li tecrîdê bînin

Çalakiyên Nobeda Edaletê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kirine, li gelek bajaran dewam dikin. Di çalakiyan de, ji bo çareseriyê banga bidawîkirina tecrîdê hate kirin.

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatin destpêkirin îro jî berdewam kirin. Çalakvanan û kesên hatin serdana çalakiyê diyar kirin ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd, pirsgirêka gelan e û ji bo çareseriyê banga bidawîkirina tecrîdê kirin.

WAN

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 94’an de berdewam kir. Nobet, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê domandin û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. Xizmên girtiyan gotin ku heta Abdullah Ocalan azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha çalakvanan stranên kurdî gotin. 

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 97’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û endam û rêveberên Şaxa KESK’ê ya Amedê hatin serdana çalakvanan.

Ji çalakvanan Meryem Soylu di çalakiyê de got ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka gelê kurd lê pirsgirêka gellan e û ev tişt anî ziman: “Tehemûl nakin û nahêlin Ocalan bi malbata xwe re biaxive. Wehşetê li kurdan dikin. Çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Me tune dihesibînin û dibêjin ‘kurd tune ne.’ Dema kurd dibêjin ‘em hene’ jî dikujin.”

Ayfer Koçak jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd, weke pêvajoyeke bandorê li jiyana me dike tê domandin. Her çend ku li girtîgehan di meriyetê de be jî niha bandoreke mezin li ser kedkaran jî dike. Veguheriye pêvajoyeke li dijî îradeya kedkarên xizan. Weke kedkarên cemaweriyê em jî tecrîda li ser kedkaran tê domandin zêde hîs dikin.”

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin jî di roja 39’an de berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên rêxistinên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakvanan.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stran û dirûşman bi dawî bû.