Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 339'an de ye

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin di hefteya 339'an de ye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' roja 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kiribû.

Çalakî hefteya derbasbûyî ji aliyê koma ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ve hatibû birêvebirin. Vê hefteyê jî Kurdistaniyên bi navê Yaşar Ertaş, Yahya Aslan, Mûstafa Teznî û Harûn ên ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hatin, dewr hate girtin.

'DÎLGIRTIN NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd ku 20 sal in didome, ne ya qebûlkirinê ye.

Komê bi bîr xist, gelê Kurd dixwaze di nava aştî û biratiyê de bijî û ragihand, li erdnîgariyeke ku komkujî lê serdest e, Kurd di aştiyê de israr dikin.

REXNEYÊN TUND LI DMME Û CPT HATIN KIRIN

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku dawî li dîlgirtina Ocalan bê anîn û bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate rexnekirin.

Di daxuyaniyê de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber biryarên xwe yên dema dawî bi tundî hate rexnekirin.

TEVÎ SERMA Û SEQEMÊ HETA ÊVARÊ NOBEDÊ DIGIRIN

Çalakger, tevî serma û seqema zivistanê jî ji sibehê heta êvarê nobedê digirin.

Çalakger li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê dide mirovên li derdorê.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' çalakiya herî demdirêj û bê navber a Kurdan e. Tê texmînkirin ku heta niha nêzî 2 hezar kesî nobed girtine. Gelek Ewropî jî tevlî çalakiyê bûn.