Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 300'î de ye

Nobeda li ber Konseya Ewropayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, di hefteya 300'î de ye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, heta îro bi rengekî bê navber dewam dike.

Nobed roja Duşemê kete hefteya 300'î. Kurdistaniyên bi navê Şefik Ürün, Beşir Bendeş û Abdulrahman Karasu yên ji bajarê Mannheim ê Elmanyayê vê hefteyê nobedê digirin.

Bi navê komê daxuyaniyeke hate dayin û işaret bi girîngiya çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Çalakgeran destnîşan kir ku wê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya Ocalan bernedin. Çalakgeran gotin, wê her tim qala nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bikin.

Nobedaran êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kirin û destnîşan kir ku wê dagirkeriya leşker û çeteyên dewleta Tirk ti carî qebûl nekin. Çalakgeran dan xuyakirin ku dagirker wê di dawiya dawî de têk biçin û gelê Kurd wê li her qadê li ber dagirkeriyê rabe.

Nobeda ku sala 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir heta niha ji aliyê bi hezaran kesî ve hatiye girtin. Her hefte komeke nû nobedê digire.