Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 281'ê de ye

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li ber avahiya CPT'ê dewam dike. Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' jî di hefteya 281'ê de ye. Koma ji bajarê Essen ê Elmanyayê hat, nobeda vê hefteyê dewr girt.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, heta roja îro bi rengekî bê navber dewam dike.

Çalakî li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê. Ev sê hefte ne jî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan tê lidarxistin.

Di hefteya 281'ê de Kuridstaniyên bi navê Ramazan Satilmiş, Ramazan Akay, Fettah Cîrît, Seyran Y ildirim û Menderes Sever ên ji bajarê Essen ê Elmanyayê hatine, nobed dewr girtine.

'EM TECRÎDÊ Û PÊKANÎNÊN LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ QEBÛL NAKIN'

Menderes Sever li ser navê komê axivî û anî ziman ku ew di çalakiyê de tevahiya rojê agahiyê didin derdorê û wê heta hefteyekê çalakiya xwe bidomînin. Sever got, "Komploya navneteweyî dikeve sala xwe ya 19'an. Di nava 19 salan de Rêberê me di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de hate hiştin. Em Kurd vê tecrîdê û pêkanînên li derveyî mirovahiyê ti carî qebûl nakin. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê nobedê bigirin û çalakiyên xwe bidomînin."

Sever hişyarî da û got, dewleta Tirk bi agir dilîze. Sever her wiha ragihand ku dewletên Ewropa û CPT ên polîtîkayên Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên, hevparê vî sûcî ne. Sever ji CPT xwest ku guh bide daxwazên gelê Kurd.