Noam Chomsky: Divê Tirkiye li DAIŞ'ê bide
Noam Chomsky: Divê Tirkiye li DAIŞ'ê bide
Noam Chomsky: Divê Tirkiye li DAIŞ'ê bide
Fîlozof, zanyarê ziman û dîroknas ê Amerîkî Prof. Dr. Noam Chomsky diyar kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê cihê şoqê ye û bang li NY kir ku ji bo parastina Kurdan pêşnûme biryarekê derxîne. Chomsky operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî gerîlayên Kurd rexne kir û got, "Tirkiye li şûna PKK'ê divê li DAIŞ'ê bide."
Chomsky ku li New Yorkê ji aliyê "Komîteya li ser Bikaranîna Mafên Jêneveger a Gelê Filistînê" ve dawetî Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin, der heqê bûyer û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn de bersiv da pirsên rojnamevanan. Chomsky bang li NY kir ku ji bo parastina Kobanê û Kurdên li herêmê pêşnûme biryarekê derxîne û got, "Tirkiyeyê ne li dijî DAIŞ a çend kîlometre dûrî sînorê wê, li hemberî PKK'ê operasyona leşkerî lidar xistiye. Dibe ku zehmet be NY yekîneyên leşkerî derbasî herêmê bike, lê belê qet nebe divê rê li ber agirbesteke ku dikare pêşî li êrîşan bigire, veke. Divê ji bo parastina Kobanê û herêmê pêşnûme biryarekê derxîne. Tirkiye li herêmê xwedî roleke krîtîk e."