Nivîskar û rêxistinên mafê mirovan ên Swêdî destek dane Eren Keskîn

Nivîskar û rêxistinên mafê mirovan ên Swêdî, li Eren Keskîn a ji bo ku azadiya çapemeniyê û derbirînê, mafê jinan û mirovan diparêze dewleta Tirk ew kirî hedef, xwedî derkertin.

5 nivîskar û rêxistinên mafê mirovan ji bo ku xwedî li Eren Keskîn derkevin nameyeke hevpar ji Wezîrê Dadê yê Tirk re Abdullah Gul re şandin, ku Keskîn ji bo ku bi peywira midûrtiya karê nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê re rabûbû 15'ê Sibatê wê were darizandin.

Klûba PEN'ê ya Swêd, Navenda Olof Palme, Rêxistina Efûyê Navnetwî, Parêzerên Sînornenas, Fona Anna Lîndh nameya hevpar şandin, bi bîr xistin ku Keskîn 15'ê Sibatê wê derkeve pêşberî darazê û zext û girtinên li ser muxalîfan bi tundî rexne kirin.

Di nameyê de tê bibîrxistin Keskîn ji bo ku piştevaniyê bike, ji bo bi peywira Midûrtiya Karê Nivîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê rabûye, tê westin ku were cezakirin. Di nameyê de hate gotin, ''Dozger di îdîanameyê de tê gotin Eren Keskîn destekê dide rêxistina terorê û heke were mehkûmkirn wê cezayekî dirêj ê girtîgehê lê were birîn.''

Di nameyê de tê xwestin sûcdariyên li ser Keskîn paş ve werin standin.

Li ser nameyê îmzeya Seroka Klûba PEN'ê ya Swêd Jesper Bengtsson, Sekretera Giştî ya Rêxistina Navnetewî Anna Johansson, SEroka Parêzerên Sînornenas Loîs Gunven, Seroka Fona Anna Lîndh Lena Hjelm-Wallen, Seroka  Navenda Navnetewî ya Olof Plame Anna Sundstrom heye.

Nivîskar Elsabeth Ohlîn ji ANF'ê re got, ''Eren Keskîn lehengeke parêzera mafê jinan û mirovan e. Têkoşîna wê ji bo mafê jinan û mirovan ji zû de ye didome.''

Nivîskar Kurdo Baksî jî xwest dozên  derheqê Eren Keskîn û nûçegihanên ku li Ozgur Gundemê nûçegihnaî kirine werin betalkirin.