Nivîsa ku hêj nehatibû weşandin doz lê hat vekirin!

Nivîsa ku hêj nehatibû weşandin doz lê hat vekirin!

Li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê girtiyê bi navê Mezhar Tumen ji bo rojnameya Ozgur Gudemê nameyek nivîsî û bi îdiaya ku di nameyê de heqaret li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye doz lê hat vekirin. Tumen bertek nîşanê dozê da û diyar kir ku ev doz tenê di pêkenokên Temel de tê dîtin.

Serdozgerê Komarê yê Kalkandereyê Ahmet Sînan Yagan der barê girtiyê bi navê Mezher Tumen kul i girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rizeyê dimîne de, ji ber nameya ku ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsîbû îdianame amade kir.

Di îdianameyê de tê gotin ku Tumen di 21’ê mijdara 2012’an de ji bo gerînendeyê giştî yê rojnameya Ozgur Gundemê nameyekê dişîne û hat îdiakirin k udi nameyê de heqeret li serokwezîrê tirk Erdogan hatiye kirin. Di îdianameyê de gotin ku hevoka di nameyê de cih girtiye ya wekê ‘Ji Erdogan li bende payîna ku hestiyariyê, wekê ku qet em wî nas nakin e’ wek heqeret hat binavkirin.

Di îdianameyê de hat gotin ku Tumen di îfadeya xwe de gotiye ev ne heqaret e. Îdianameya di 5’ê kanûnê de hat amadekirin de hat îdiakirin ku ger name di rojnameyê de bê weşandin piştigiriyê dide sûc û hat xwestin Tumen bê cezakirin. Dadgeha Cezaya Sulh a Kalkandereyê îdianame qebûl kir û danişîna yekemîn dê di rojên pêş de bê dîtin.

Tumen bertek nîşanê îdinameyê da û wiha got: “Ez li bende bûm ku nivîsa min bê weşandin. Lê min dît ku ez doz li min hatiye vekirin. Di nivîsê de heqeret tune. Ev doz tenê di pêkenokên Temel de tê dîtin. Tişta kum in dide zorê jî ez bi sûcdariyeke wisa rû bi rû me. “