Nîqaşên der barê serdana Erdogan de didome
Nîqaşên der barê serdana Erdogan de didome
Nîqaşên der barê serdana Erdogan de didome
Rêxistinên girseya demokratîk û rewşenbîran diyar kirin ku serokwezîrê Swêdê Fredrîk Reînfeldt û wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bîldt di serdana Erdogan de beyî ku pêkanînên ku Erdogan li welatê xwe pêk tîne rexne bike, pesn û payê wî dane û ev helwest rexne kirin.
Du rojnameyên tîrajên wan yê herî zêde yê Swêdê; Aftonbladet û Expressenê de du gotar hatin weşandin û hate diyar kirin ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe giran dibe û Reînfeldh û Bîldt di serdana Erdogan de gotin ku di binpêkirina mafan de tiştên baş dibin û balkidikişînin ser vê naqokiyê.
PAKÊTA DEMOKRASIYÊ BI GIŞTÎ KOZMETÎKE
Qunciknûs Wolfgang Hansson da zanîn ku Reînfeîldt di serdanê de dibêje ‘pakêta demokrasiyê gelek girînge’ û got: “Lê tenê serbestkirina sê tîpên kurdî û perwerdehiya zimanê tayînê dibistanên taybet kirin, tê vê wateyê ku pakêt bi giştî kozmetîke. Ev guherîn di rastiyê de ji cîhana derve re tu tiştî îfade nake. Di azadiya çapemeniyê de Tirkiye di rêza herî dawî de ye. Rewşa wan ji Rûsyayê xerabtire. Tirkiyeyê di girtina rojnamegeran de rekor şikandiye. Bi hezaran xwendekar hatine girtin.
Lê Reînfeldt yek gotin ji bo van negotiye. Çapemeniya swêdê binpêkirina mafan ya Tirkiyeyê cidî nabîne. Her wiha rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî jî li dijî Tirkiyeyê rexneyên tund dike. Reînfeldt bi dehan carî got ew piştgiriyê dide endamtiya YE’yê ya Tirkiyeyê. Bi vî awayî jî endamtiya YE’yê ji binpêkirina mafan girîngtir dibîne.
Ev nêzîkatiya bi vî rengî ji Swêdê gelek dur e. Dema dikaribe piştgiriyê bide endamtiya Tirkiyeyê, mumkune binpêkirina mafan rexne bike. Erdogan duru, destpot û demokrat e. Erdogan tiştên baş dike lê di mijara mafê welatîbûnê û rêfeberiyê de pirsnîşanan ava dike. Swêd jî di vê mijarê de bê denge û ev jî ji tikriyeyê ra başiyê nake.
KEN Û DESTÊ HEVGIRIN NE CIH DE YE
Nivîskarê heman rojnameyê Danîel Swedîn jî bi ser navê ‘ ken û dest girtin ne di cih de ye’ gotarek nivîsî got AKP ji 2002’a heta niha desthilatdare û li ser hev 3 caran hilbijartin qezenc kiriye. Swedîn got: “Destpêkê hêviyek ava kir. Reform kir û nêzî YE’yê bû. Di 2005’an de statuya endamtiya YE’ê bi dest xist. Lê piştre reform rawestiyan û bi hezaran kes girtin, rojanmeger û sivîl girtin. di serhildana Gezî de nêzîkatiya xwe derxist holê.
LIGEL HEVDITÎNÊN AŞTIYÊ PIRSGIRÊKA KURD DIDOME
Swedîn wiha pê de çû: “Ligel muzakereyên aştiyê yên bi PKK’ê re tên kirin, pirsgirêka kurd ji nûve derketiye holê. Cemîl Bayik dewleta tirk sûcdar dike ku piştgiriyê didin çeteyên ku êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. her wiha li Tirkiyeyê hêj gelek kes bi endamtiya rêxistinê tên cezakirin.
Di rojnameya Expressen de jî Sakîne Madon jî pesnê ku ji bo Erdogan hatine kirin rexne kir û got Bîldt li şûna ku behsa binpêkirina mafan bike, pesnê Erdogan daye û dibêje Erdogan gelek tiştên baş kirine.
Rojnameger Lena Mellîn jî balkişand ser krîza nimêjê ya ku di dema hevdîtina Erdogan ya li Parlamentoya Swêdê pêk dihat .
Rojnameger Mîmî Bîlîng jî li civîna çapemeniyê de dîmen digirt, diyar kir ku dema daxuyanî dihat xwendin rojnamegerekî tîşortekî li ser nivîsa ‘Set Journalîsts Free’ (rojnamegeran serbest berde) heyî girtina rojanemgeran protesto kiriye û piştî Erdogan ev ferq kiriye, talîmat daye parêzvanên xwe û ew derxistine.