Nîna Ahmadî di çilrojiya wefata xwe de hate bîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê rojnamevan Nîna Ehmedî ya ku di 13’ê Adara 2019 di encama nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê girseyî hate bîranîn.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê rojnamevan Nîna Ehmedî ya ku di 13’ê Adara 2019 di encama nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê girseyî hate bîranîn.
Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştrehevala Nîna Rojnamevana Hilgar karmenda Radoya Humen On Air axivî.
Halgar qala kesayetiya Nîna kir û got: "Nîna bû mêvana bernama min di radyo de. Nêrînên wê gelekî bandor li min kir. Nîna Jinek pir zane bû, hemû jiyana xwe di rêya azadiya jinê û nirxên pîroz de derbas kir. Kesayetiya Nîna pir cûda bû, mirov tê de rastiya jina têkoşer didît."
Piştre rojnamevan Bunyad Cizîrî axivî. Cizîrî sersaxî ji malbata Nîna re xwest û silavên hemû xebatkarên di çapemeniya azade dixebitin ji malbata Nîna û hevalên wê re û gelê Kurd yên ku li Awûstûryayê pêşkêş kir.
Cizîrî dest nîşan kir ku Nîna hevalek Kurdistanî bû, her çar perçeyên Kurdistanê di dilê xwe de bi cih kiribû û got, "Ji bo wê em niha dibînin ku gelê me ji çar parçeyên Kurdistanê di merasîmê de amade ye."
Cizîrî her wiha got: "Nîna Ahmadî heta dawiya jiyana xwe dest ji têkoşînê û xizmeta ji bo doza Kurd û Kurdistanê berneda, ev jî rastiya kesayetiya wê nîşan dike."
Di dawiya axaftina xwe de Bunyad Cizîrî got: "Em ê karê xwe li her qadê zêde bikin û bi vî rengî xem û xeyalên hevala Nîna pêk bînin."
Piştre sînevîzyonek li ser xebat û jiyana rojnamevan Nîna hate weşandin. Di sînevîzyonê de gelek dîmenê bernameyên ku Nîna pêkêş kiribûn hebûn. Dûre xwarin ji bo xêra wê hate belavkirin.
Di dawiya merasêmê de keça Nîna Jîna Ahmedî malavaya kesên beşdarî merasîmê bûn kir.