Di çalakiyên Nimêja Înê ya Sivîl de bi hezaran welatî li gel sermaya zêde derketin kolan û qadan û ref girêdan. Welatiyên ku Nimêja Înê ya Sivîl kirin, komkujiya li Parîsê şermezar kirin û xwestin her kes li hemberi qirkirinê dengê xwe bilind bike. Meleyan xwest gelê kurd yeketiya xwe xurt bike û bibe yek deng.
Nimêjên Înê ya Sivîl li gel hewaya sar û cemedê dîsa li heman qadan berdewam kir. Li Amed, Cizîr, Hezex, Silopî, Nisêbîn, Qoser, Wêranşar, Sêrt, Misirc, Êlih, Wan, Melezgîrt, Manîsa û Colemêrgê bi hezaran welati derketin kolanan û ref girêdan.
ÊLIH
Di çarçoveya nimêja Înê ya bê dewlet de vê hefteyê jî li Êlihê nimêj hate kirin. Li gel hewaya di bin sifrê de 4 pile jî, li Hewşa Şaredariya Êlihê bi sedan welatî ji bo nimêj kirinê amade bûn. Ji ber bandora hewa sar balkêş bû welatiyan kincên sitûr li xwe kirin. Welatiyan ji bo kesên van rojan jiyana xwe ji dest dua kirin.
Di nimêjê de Mele Kasim Koç weaz bi kurdî da û diyar kir ku, di pêvajoyek wisa girîng de xwîna ku tê rijandin demek beriya demekê bila bê rawestandin. Koç anî ziman ku, rawestandina kuştina ciwanê Kurd, gêrîla, leşker û polîsan di destê rayederên hikûmetê de ye û got bila vê heremê êdî aramî çê bibe. Koç bal kişand ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd ên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin û destnîşan kir ku, polîtîkayên zilmê bila li ser gelê Kurd bi dawî bibe û ji bo herkesî sersaxî xwest. Piştî weazan bi sedan welatî li pey mela xwe rêz girtin.
JI BER HEWAYA SAR ZÊDETIR NIMÊJ LI AVAHIYÊN BDP'Ê HATIN KIRIN
Nimêja Înê ya Sivîl li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî ya Amedê, li Mala Gel û Sersaxiyê ya Şaredariya Cizîrê, Mala Gel ya Şaredariyê ya navçeya Hezexê, li avahiya BDP'ê ya Silopiyê, avahiya BDP'ê ya Wêranşarê, Navenda Çandê ya Mitannî ya Şaredariya Nisêbinê, li avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li qatê jor yê avahiya BDP'a Misircê, li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê, li Otoparga Şaredariya Wanê, li avahiya BDP'ê ya Melezgîrtê, li avahiya BDP'e ya Turgutlu ya Manîsayê bi hezaran welatî li hev kom bûn û li pey melayan rêz girtin.
Di nimêjan de melayan weaz bi kurdî dan û qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin şermezar kirin. Melayan dîsa operasyonên siyasî û leşkerî ku li dijî gelê Kurd tên meşandin şermezar kirin û xwestin ku gelê kurd ji bo mafê xwe yê demokratîk û aştiyek mayinde bibin yek û yeketiya xwe xurt bikin. Melayan ji gelê Kurd xwest ku li hemberî neheqî û zulmê tu carî bêdeng nemînin.