Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç li ser rewşa nû ya Sûriyeyê û cihê Kurdan axivî.
Nîlufer Koç anî ziman ku hilweşîna rejîma Esad a li Sûriyeyê bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Hîzbûllah a Lubnanê dihate fêhmkirin û bi bîr xist ku Esad ne bi hêza xwe, lê bi hêza Rûsya û Îranê li ser desthilatdariyê dima. Nîlufer Koç ragihand ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê re Îran lawaz bû û Rûsya jî bi hin tawîzên li Ûkraynayê hatin dayin re hate bêbandorkirin û got, "Bi vî rengî Îran û Rûsya li Sûriyeyê hatin bêbandorkirin." Nîlufer Koç bi dewamî got, "Piştî ku ev her du hêzên rejîma Esad li ser piyan dihiştin lawaz bûn, rejîm ket. Ji vê yekê re her wiha mirov dikare bibêje ku sermayeya global netewe dewletên ji salên 1990'î û pê ve derketin holê êdî nema qebûl dikin."
'DÎZAYNA SÛRIYEYÊ WÊ HETA 20'Ê ÇILEYÊ TEMAM BIBE'
Ji bo pirsa 'Gelo rewşa heyî wê li Sûriyeyê çareseriyekê bi xwe re bîne yan na?' Nîlufer Koç bal kişand ser 20'ê Çileyê ku serokê nû yê DYE'yê Donald Trump wê dest bi wezîfeyê bike û got, "Dîzayna Sûriyeyê wê heta 20'ê Çileyê temam bibe. Heta ku rêveberiya Trump wezîfeyê dewr werbigire li hin herêman hin xusûs têne zelalkirin." Nîlufer Koç têkildarî çareseriyê got, "Ji bo me çareserî zelal e. Gelê me li wê derê 12 salan berdêlên giran da û rêya çareseriyê nîşan da. Bi gelên li wê derê re feraseteke demokratîk û pirrengî hate afirandin. Lewma sîstemeke ku hemû Sûriyeyê hembêz bike hate avakirin. Di nava vê sîstemê de Ereb, Tirkmen, Çerkes, Kurd, Ermen û Suryan hene. Eger qala demokrasiyê tê kirin hingî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heye."
'DEWLETA TIRK LI SER PAŞEROJA HERÊMÊ METIRSIYA HERÎ MEZIN E'
Nîlufer Koç destnîşan kir ku li ser paşeroja herêmê gefa herî mezin dewleta Tirk e û got, "Dewleta Tirk bi fikar e ku bi dîzayna nû ya Rojhilata Navîn re wê dor bê wê. Weke hedef qala Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê tê kirin. Li Iraq û Sûriyeyê rejîmên Baasê hatin beralîkirin. Li van welatan Kurdan statu bi dest xistin. Di asta navneteweyî de hate dîtin ku ev statu zerarê nade kesî. Di asta civaka navneteweyî de sempatiyeke mezin ji bo Kurdan hatibe afirandin jî hêzên navneteweyî ji ber rewşa jeopolîtîk a dewleta Tirk li hemberî êrîşên li ser Kurdan bêdeng man. Li gel van êrîşan jî berxwedana Kurdan û lêgerîna li azadiyê nekarî bê şikandin. Gel Rojava neterikand û dest ji berxwedanê berneda."
'ÇETE BI TIRSANDINÊ DIXWAZIN BI SER BIKEVIN'
Nîlufer Koç êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Rojava şîrove kir û ragihand ku çete bi rêbaza tirsandinê dixwazin di şer de bi ser bikevin. Nîlufer Koç diyar kir ku ev taktîk taktîka DAÎŞ'ê ye û got, "Ev taktîk sala 2014'an hate bikaranîn. Revandina jinan, destavêtin, serjêkirin... Van hemûyan dikin. Dîmen di medya dîjîtal de belav dibin. Ji sedî 50 ê şerê heyî psîkolojîk e. Bi taktîkên weke 'Belavkirina agahiyên şaş û wêneyên tirsandinê' dixwazin di şer de bi ser bikevin. HTŞ'ê jî li hin deveran ev kiryar li hemberî Elewiyan xistiye meriyetê."
'RASTIYA GELEKÎ WELÊ HEYE KU NATIRSE'
Nîlufer Koç destnîşan kir ku li gel êrîşan jî gelên herêmê li hemberî çeteyên SMO'yê bi rengekî mezin li ber xwe didin û got, "Bi dîtina min Kurd li hemberî vê yekê xwedî hêz in. Rastiya gelekî welê heye ku natirse. Em dibînin, di nava şert û mercên herî giran de deriyê mala xwe li her kesî vedikin. Jinên 70 salî jî radihêjin çekê. Ji sala 2014'an gelek tişt hîn bûn."
'JI BO KURDAN REWŞEKE BI RÎSK HEYE'
Nîlufer Koç di serî de Minbic bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman ku ji bo Kurdan rewşeke bi rîsk heye, pêvajo dişibe pêvajoya Kobanê û got, "Ji bo refleksên civakî dernekevin holê manîpulasyon tê kirin. Hin dewlet bi navê Kurdan diaxivin. Divê em pişta xwe nespêrin ti dewletê. Ji xwe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî qenalên dîplomatîk in û baş jî dixebitin. Lê belê ya ku wê me rizgar bike yekîtiya li ser bingeha yekîtiya neteweyî ye ku em ji pêvajoya Kobanê hîn bûn. Eger em li ser bingeha yekîtiya neteweyî li hev kom bibin, her kes wê xwe nêzî me bike. Li Kobanê ruhê yekîtiya neteweyî hate afirandin, lewma her kesî xwe nêzî me kir. Dawiya dawî dewletan jî xwestin di wêneyê me de cih bigirin. Ya ku di vir de diyarker e, baweriya bi hêza xwe ye.
'BI HÊZA XWE EM DIKARIN BI SER BIKEVIN'
Em ê bi her kesî re danûstandinê ibkin, lê belê yekane hêza diyarker hêza me ya civakî ye. Kî daxuyaniyeke baş bide, ser seran û çavan, lê belê em ê ji xwe bawer bin û xwe biparêzin. Hevsengiyên siyasî kêlî bi kêlî diguherin, îro yek ji bo te tiştekî baş bibêje dibe ku sibe bi bazariyeke cuda rewş biguhere. Dîzayna sed salî tê kirin, bazariyên gelekî mezin têne kirin. Lewma ji bilî hêza xwe ya civakî nabe ku em ji kesekî din bawer bikin. Divê em nebêjin, 'Hinek wê were me rizgar bike'. Di sedsala derbasbûyî de me ev kir. Kurdan name ji Îngilizan, Fransiyan re nivîsîn, lê belê kesî alîkarî bi wan re nekirin."
'ERDOGAN DIXWAZE LI KOBANÊ NIMÊJÊ BIKE'
Nîlufer Koç herî dawî li hemberî gef û metirsiyan ev bang li gelê Kurd û dostan kir: "Em gelekî welê ne ku sed sal in hatine birîndarkirin, lê belê pêncî sal in dîrok xwe dubare nake. Em guherîn, xurt bûn, hêza me bi pêş ket, xweparastin û rêxistiniya me bi pêş ket. Em ji xwe bawer bin ku bi vê yekê em dikarin bi ser bikevin. Hêza me heye, kî dikare vê tine bike? Erdogan dixwaze li Kobanê nimêjê bike. Ji bo vê bike jî wê êrîşî Kobanê bike. Divê em li ber vê rabin. Divê em li ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê rabin."