BI DÎMEN

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî 4 şervanên xwe spart axê

4 endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de şehîd bûn, li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan; Îsa Hesekê (Îbrahîm Teleb Silêbî), Yaqûb Hesekê (Mihemed Casim El Elo), Mihemed Hesekê (Mihemed Ehmed El Berak) û Îsa Hesekê (Ehmed Hemze El Elî) dema li ser erkê bûn di navbera 9-10 Kanûna îsal de li bajarê Til Temirê şehîd bûbûn Her çar şehîd îro bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Suryan-Asur a li bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Tevî şêniyên bajar û gundewarê Hesekê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan dest pê kir. Piştre bi navê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan berdevkê meclisê Matay Hena axivî. Matay dilovanî ji bo şehîdan re û sebir ji malbatên wan re xwest.

Matay Hena got: "Herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, Meclisa Leşkerî ya Suryan, tevî QSD û pêkhateyan, herêmê diparêzin."

Hena di dewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker sûdê ji rewşa li Sûriyeyê digire, hewl dide xaka Sûriyeyê dagir bike û fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe. Her kes şahidê piştevaniya dewleta Tirk a ji bo rêxistinên tundraw e. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê di 2015ˈn de êrişî gundên Xabûrê dikir, destek ji dewleta Tirk digirt. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar hewl dide senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare bike."

Matay Hena di dawiya axaftina xwe de soza domandina xeta şehîdan û pêkanîna erka parastina herêmê da.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asur hevserokê saziyê Armîn Mardo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd ji bo azadî û rûmeta me canê xwe feda dikin."

Armîn Mardo anî ziman ku şehîd hêz û îradeya wan a domandina têkoşîna ji bo dozê ne. Mardo got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna pêkhateyan di rêya parastina welat de tevlihev bûye. Em soz didin ku em ê ji bo avakirina siberojeke ronî xebata xwe bidomînin. Em ê li kêleka gelên din nirxên xwe biparêzin. Em ê hevkariya nîştimanî pêş bixin heya ku Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî were avakirin."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Hevreyên şehîdan derbestên şehîdan hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîdên Suryan-Asur a li bajarê Hesekê spartin axê.