‘Niha dem dema xwedîderketina li Efrînê, li şoreşa jinê ye’
Platforma Jinê ya Parîs Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir û banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Platforma Jinê ya Parîs Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir û banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Platforma Jinê ya Parîs Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da û got “Niha dem dema wê ye ku em deng bidin dirûşmeya ‘her der Efrîn e, li her derî berxwedan’. Niha dem dema wê ye ku em xwedî li Efrînê û şoreşa jinê derbikevin.”
Bi daxuyaniyeke nivîskî Platforma Jinê ya Parîs Efrînê ev ragihand: “Şoreşa jinê ji komkujiyên li gelan û jinan têne ferzkirin re dibêje raweste; ew mizgîniya jiyaneke nû dide û ji bo hemû jinên cîhanê re dibe îlham. Cihê ku ev şoreş lê bilind dibe Rojava ye. Ji ber vê sedemê carek din bû navenda êrîşan. Bajarê jinan Efrîn ji ber vê sedemê bû hedefa rejîma dîkatator faşîst a Erdogan.
Efrîn eynî weke Kobanê li ber xwe dide, ji bo rûmeta mirovahiyê şer dike. Ev 10 roj in jin û zarokan didin ber bombeyan. Dewleta Tirk a ji xwesteka azadiyê aciz e, wê têk biçe.
Em dizanin ku şoreşa jinê ya li Rojava bi Arîn Mîrkanan, Peymanan, Destîna Başûr, Ayşe Denîz Karacagîl û Ivana Hoffmanan bilind bû û ji ber wê ti carî têk naçe. Şoreşa jinê ya Rojhilata Navin têk naçe. Ji ber ku vê şoreşê sînor derbas kirine, gerdûnî bûye, bûye nirx û hêviya hevpar a jinên hemû cîhanê. Ji ber vê yekê parastina Efrînê, parastina nirxên jinê ye. Berovajî, yên li hember êrîşên li dijî Efrînê bêdeng dimînin her wiha çavên xwe ji tarîbûna Rojhilata Navîn re miç dikin û dibine şirîkê sûcê mirovahiyê.
Ji ber vê yekê em weke saziyên jinan ên li Parîsê, jinên di nav partî û tevgerên cuda yên li Parîsê cih digirin, xwedîderketina li Efrînê weke berpirsiyariya xwe dibînin û radighînin ku em ê weke Platforma Jinê ya Parîs Efrînê li qadan bin. Di serî de femînîst, em bang li jinên ji her baweriyê dikin, em bang li kesên ji xwe re dibêjin demokrat, sosyalîst û hemû sazî û partiyan dikin ku sekneke bi rûmet nîşand bidin.”
Di platformê de jinên ji Meclîsa Jinên HDK-F, TJK-F, SKB, ADKH, Kolektîfa Jinên Kobanê, Voix Des Femmes, DİDF cih digirin.