Nifşê nû dibêje "Na"
Nifşê nû dibêje "Na"
Nifşê nû dibêje "Na"
Di roja dehemîn a parqa Gezî de hemû awir zîvirîn ser raperîna nifşê nû. Ji bo pirsa, "Çima îro, ne doh" ji me re dibêjin, "Emê weke dê û bavê xwe bêdeng nebin, sist nebin. Emê bêjin Na."
Piraniya wan xwendekarên dibistana amadeyî yên navbera 15-18 salî de ne. Hemû jî ji bo ji bêdengî, bindestî, lawazî, otorîte, zext û zordariyê re bêjin êdî bese, dadikevin kolanan. Herçend Erdogan ji wan re dibêje "talanker" jî, li gorî wan "talankerê" herî mezin ew kesên ku weke alîgirê mazlûman nîşan didin lê gava deshilatdariyê bi dest dixin veguhere dîktatoriyê ne. Ev nifşê ku di pêvajoya şerê qirêj û darbeya leşkerî ya 1980'an de hatin dinê, pergaleke demokratîk a bi serdestiya gel dixwazine. Me nêrînên nûnerên vî nifşî yên bi rojane li Taksîmê li dijî polêsan li ber xwe didin, girt.
"EMÊ ÊDÎ NEBIN CIWANÊN JI DÛR VE LÊ TEMAŞE DIKIN"
Sînem (15): Li hemberî neheqî û zilma dihat kirin heta roja îro em bêdeng bû, li mal, dibistanên xwe lê temaşe dikin, lê êdî em hatin radeya teqînê. Hemû mafên me ji destê me hatin girtin, perwerdeya bê pere hat qedexekirin, xwendekarên zanîngehê yên perwerdeya zimanê dayikê dixwestin hatin girtin, hertişt hatin qedexekirin, xwestin êdî kes neaxive, welat ji aliyê yekkesî ve were rêvebirin...Me ev qonaxa zext û zordariyê ji dûr ve lê temaşe dikirin. Em di haya her tiştî debûn, lê ji ber mirov şiyar nedibûn nerazîbûn nîşan nedidan, em jî neçar diman bêdeng bimînin. Tirsa li nava civakê, pêşî li me jî digirt. Bi berxwedana parqa Gezî re av bi ser tasê ket. Ewçend zêdegavî kirin ku êdî êrişî şînkahiyên me kirin, jin zarok, kal pîr ciwan herkes li dijwariya polêsan rast hatin. Me di van deh rojên bihurî de gelek tişt dîtin. Me fêm kirin ku tirs ne hêjaye tiştekî, bi biryardariyê her tişt dikare were serxistin. Êdî em natirsin û me fêm kir bi temaşekirinê encam nayê girtin, bi berxwedan û li dijderketina neheqiyan encam dikare were bi destxistin. Emê ji niha û pê ve bibin yek û li dijî neheqiyan derkevin. Emê nebin ciwanên ji dûr ve lê temaşe dikin, emê bêjin na. Ne daxwazên pergalê, wê daxwazên me bi cih werin."
XWEDIYÊ RASTÎN ÊN KOLANAN EM IN
Alara (15): “Heta roja îro mirovan bixwasta dengê xwe bilind bike jî nekarîbû. Em dilopa dawî ya tasê bû. Berê me di fîlman de li van raperînan temaşe dikin, lê îro em xwe dijîn û vê yekê baweriyeke mezin da me. Min dît ku ezê bêjim na û biqîrim. Deshilatdariya AKP'ê di destpêkê de gelek soz dan. Nîşanda ku ew alîgirê mazlûmane bindestan, xizanan e, lê piştî demeke kin derket holê ku rastî ne welê ye. Piştî ku hêz xist destê xwe, cihê xwe li cem dewlemendan, li gel sermiyanan girt. Deshilatdariyek ku îro nikare xwe li parqekê jî rabigire, sibê wê hewl bide nefes girtin û dayîna me jî, têxe bin kontrola xwe. Ji xwe ji ber bombeyên gazê yên 10 roj in polês diavêjin me, em nikarin nefesê jî bistînin. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin û heta bi wan re bidin fêm kirin ku xwediyê kolanan ne polê ne AKP, ne Serokwezîr Erdogan, em bi xwe ne, emê her li qada bin.
TALANKARÊ RASTÎ ERDOGAN BI XWE YE
Elîf (15): Di bin navê xweşikkirina hawirdorê de, her deveran dike navendên kirîn û firotê (AVM). Di şûna ku kulîlk, daran biçînin, AVM çê dikin. Her der dişibe goreke ji beton. Divê êdî di şûna berjewendiyên xwe de li berxwendiyên gel bifirike. Eger yê Tayyîp Erdogan anî vê astê gel e, hingî divê guh bide dengê gel. Nabe welê hukmî herkesî bike. Dibe ku heta roja îro mirov bêdeng man, serî tewand, lê ev êdî weha dewam nake û ev teqîn jî ji xwe encama vê bû. Di rewşên bi vî rengî de ew direvin ji bo xwe veşêrin, lê me naçin tu deveran em liqada ne. Emê mafê jiyana xwe ya azad biparêzin. Ji ço û gefên mirinê yên polêsan em natirsin. Ew bi xwe direve derveyî welat, ji me re dibêje talankar, ew bi xwe talankar e.
POLÎTÎKAYA TAYYÎP MÎNA YA HÎTLER E
Enes (17)Dibistana amadeyî pola 3. : Erdogan li kesên li hemberî wî diaxivin li gorî xwe navekî lê dike. Ne dilê gel dixwaze dilê alîgirên xwe xweş bike. Berxwedana li vê derê ne tenê bexwedaneke ji rêzê ye, nuqteya teqînê ye. Teqînek li dijî Qilaban, Reyhanli û hemû zilm û zordariyê ye. Li gorî min talankarê herî mezin û faşîst Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Bi tenê ji alîrê xwe re diaxive, mafên mirovên din ji nedîtî ve tê. Hînê doh li dijî Beşar Esad derdiket, lê îro bi xwe serî li rêbazên Esad dide. Lê çi dike bila bike, dixwaze bila tanqan jî biajo ser me, emê ji daxwaza xwe venegerin. Emê bi berxwedanê mafê xwe qezenç bikin. Eger Serokwezîrê komareke laîkê, hingî divê reforman bike. Ez polîtîkaya Tayyîp Erdogan dişibînim ya Hîtler. Di heman faşîstiyê di heman rê de dimeşe. Ji ber em li dijî vê ne, em li vir in.
KOLAN ÊN ME NE!
Samet (16): Li hemberî me neheqî tê kirin, em jî di dawiya dawî de eqiyan. Ji welatekî ku polêsên bi bacên gel dijîn, bi çavê dijminahiyê li gelê xwe dinêre, tu li hêviya çiye? Me weke dijmin dibînin. Erdoganê ji me re dibêje talankar, bila destpêkê li polêsên xwe yên cenawir û li xwe binêre. Bila werin, bi çek û tivingan were, wê nikaribin me bisekînin. Weke nifşê nû emê bêdeng nemînin. Bavên me bêdeng bûn, kalên me bêdeng bûn, lê emê bêdeng nemînin. Em hinekî dereng man, lê emê weke berê nebin. Me li vê derê piştevaniyeke xurt bi dest xist û emê ji vê venegerin. Em nahêlin êdî polês bikevin vê derê, ji ber ku kolan ên me ne.
Yagmûr (16): Dibistana amadeyî pola 2. : Emê li dijî polîtîkayên faşîst ên hukûmeta AKP'e teqez tiştekî bikin, qet nesekinin. Li vê derê êdî nifşekî dibêje na heye, divê vê baş binînin. Niha em bi navê sosyalîst, netewperest, oldar ji hev cûda nakin. Em li vir in û em yek in. Û em weke nifşê nû emê li dijî vê neheqiyê derkevin.
Ahmet (17): Dibistana amadeyî pola dawî: Destpêkê berxwedanek li dijî birîna 3-5 daran bû. Ev daxwaza birîna daran, bû sedem ku gel jinûve şiyar bibe û rabe ser piyan. Hukûmeta AKP'ê hewl da şoreşger, oldar, netewperest, sosyalîst herkesî fêrî rewşeke dîktatoriyê bike, lê bi ser neket. Em îro li dijî vê dîktatoriyê li ber xwe didin. Emê vê berxwedanê heta dawiyê dewam bikin û serî netewînin. Bijî berxwedana Taksîmê.