Nêzî 200 rêveber li Civata Giştî ya NY kom dibin
Nêzî 200 rêveber li Civata Giştî ya NY kom dibin
Nêzî 200 rêveber li Civata Giştî ya NY kom dibin
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro bi rojeveke berfireh vedibe. Ji her aliyên cîhanê nêzî 200 rêveber, di serî de Sûriye, bêçekbûyîn û têkoşîna li dijî xizaniyê, gelek mijaran binirxînin.
Serokê DYE Barack Obama, Serokkomarê Fransayê Françoîs Holllande û rêveberên dewletên din dê beşdarî 68. Civata Giştî bibin. Herî zêde jî li benda Serokkomarê nû yê Îranê Hasan Rûhanî tê rawestîn. Rûhanî di rojên dawî de bi daxuyaniyekê mesajên diyalogê dabû û nameyeke Obama jê re şandibû "erênî û çêker" dîtibû.
Hêzên mezin dê li kûlîsan bi taybetî di mijara Sûriyê de hevdîtinan bikin. Washîngton, Parîs û London li heman eniyê cih digirin, li pêşberî wan jî Moskowa radiweste. Di 14'ê Îlonê de di navbera Moskowa û Washîngtonê de li ser kontrolkirina çekên kîmyewî yên Sûriyê ji aliyê navneteweyî ve li Cenevreyê lihevkirin çê bûbû. Lê belê welatên Rojavayî di biryareke tund a Neteweyên Yekbûyî de ku destwerdana leşkerî jî tê de cih digire, bi israr in. Moskowa jî destnîşan dike ku di peymanê de nêzîkatiyeke bi vî rengî dernakeve pêş, lewma li dij derdikeve.
Eger ev helwestên di şerê dîplomatîk de nêzî hev bibin, gengaz e ku di nava hefteyê de ji bo çareserkirina krîza Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî biryarek derkeve.
Di rojeva îro de, bi giranî civînên payebilindan ên li ser derfetên bicihananîna hedefên pêşvebirinê yên NY hene. Her wiha ji bo pêkhatina aştiya li Komara Kongo ya Demokratîk, nîqaş bên kirin.