Nexweşiya ji ber baçemêlkan dibe sedema fikaran

Pisporan bal kişandin ser baçemêlkeke li Fransayê û diyar kirin ku li parzemîna Okyanûsyayê jî nexweşiyek zêde dibe.

Li Kaledonyaya Nû ya ku yek ji mêtingeha kevn a Fransayê bû ji ber xwarina baçemêlkên vîrusa Nîpahê bi wan re heye, fikara nexweşiyeke din zêde dibe.

Ev baçemêlkên bi navê ‘roûssette’ dibe ku bibin sedema nexweşiyan. Yek ji profesorê vîrolojiyê Dîdîer Raoûlt diyar dike ku ji ber xwarina baçemêlkên li vê herêmê cara pêşîn di sala 1998’an de vîrusa Nîpahê li Asyayê hatibû tespîtkirin.

Hin saziyên tipê yên ku Enstîtuya Nexweşxaneyên Zanîngehê ya Marsîlyayê jî di nav de ye, balê dikşînin ser vî tiştî ku nexweşiyeke din a ji ber Nîpahê çêdibe. Hate diyarkirin ku di navbera salên 2012-2019’an de 15 kes bi vê nexweşiyê ketine û çar kes jî mirine. Tê diyarkirin ev nexweşî ji baçemêlkan derbasî mirovan dibe û nîşanên wekî zeîfbûn û sincirînê peyda dibin.

TEORIYÊN CIHÊ

Li gorî lêkolîneke hefteya borî di nav baçemêlkan de gelek vîrus hene hîn nehatine tespîtkirin. Hê nehatiye îspatkirin ku koronavîrusa SARS-CoV-2 ya bûye sedema Covîd-19’ê ji ber baçemêlkan çêbûye. Li gorî hin lêkolînan Covîd-19 ji ber pangolînan çêbûye.