'Newrozê encama referandûmê zelal kir'
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim û Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, li Kopenhagenê beşdarî civîneke gel bûn û rewşa li Kurdistanê nirxandin.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim û Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, li Kopenhagenê beşdarî civîneke gel bûn û rewşa li Kurdistanê nirxandin.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim di axaftina xwe de diyar kir, ku ew bûyerên li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê tevî gelên din hem Rojava hem jî Sûriyeyê azad dikin. Muslim anî ziman, bi hevkariya TC-PDK'ê re hewl hat dayîn komkujî li gelê Kurd bê kirin, lê bi sekna gelê Kurd pêşî li vê yekê hat girtin. Muslim got, "Eger îro her kes dixwaze Kurdan nas bike, ev yek bi saya serhildanên gelê me ye." Muslim wiha dewam kir: "Em îro bi zelalî dibînin bê dijminê gelê Kurd kî ne. DAIŞ'ê serê mirovên me jê dikir û îşkence dikir. Niha jî Tirkiye gefan li Ewropayê dixwe. Yanî mîna DAIŞ'ê mirovan difiroşe. Serê me, serê gelê me bi şehîdên me bilind e. Yên ku li Lozanê gelê Kurd xapandin, îro jî hewl didin heman dek û dolaban bigerînin. Lê belê xwe dixapînin."
Salih Muslim herî dawî bal bir ser girîngiya kongreya neteweyî û ji hêzên ku li pêşiya vê yekê dibin asteng xwest, sekna xwe ji nû ve binirxînin.
ÛCA: COŞA LI NEWROZÊ ENCAMÊ NÎŞAN DIDE
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca piştr axivî û bibîr xist, ku di vê pêvajoya referandûmê de 13 parlamenterên wan, bi dehan hevşaredar û bi hezaran xebatkarên HDP'ê girtî ne û 84 şaredarî hatine desteserkirin. Ûca destnîşan kir, sekn û coşa gelê Kurd a di Newroza 2017'an de li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê nîşan da, encama referandûmê jî zelal kiriye.
Ûca got, "Çeteyên ku navê 'pêşmergeyên roj' li xwe kirine, tişta ku ji DAIŞ'ê nehat bike, dixwazin bikin."
Muslim û Ûca her wiha ji bo kongreya Partiya Gel a Sosyalîst hatin vexwendin û beşdarî kongreyê bûn. Muslim li kongreyê jî axivî û bi Wezîrê Karên Derve yê berê Holger K. Nîelsen, parlamentera Parlamenta Ewropayê Margarethe Aûken û rayedarên din ên partiyê re rûnişt.
Muslim di axaftin û hevdîtinên xwe de ji Ewropiyan xwest, piştgiriyê bidin Rojava.
Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim roja Şemiyê jî bi parlamenterên Partiya Yekîtiya Kesk-Sor re hevdîtin kir.