DOSYA III

Newroza serketinê û Nûjiyan

Newroza sala 2017'an vaye berxwedanekewiha û îradeya serketinê derxistiye holê... Gelê Kurd felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a digot: 'Eger jiyanek hebe, misoger wê azad be' Ji xwe re kiriye vîn û îrade.

Pir zelal e ku Newroza herî watedar û girîng a hemû deman hat pîrozkirin. Niha encamên wê têne nîqaşkirin. Çapemeniya hestîkoj a AKP'ê her çiqas di serî de manşetên: Meydan vala man! nivîsandin û xwestin civakê bixapînin jî, lê nekarîn rastiyê zêdetir veşêre. Çapemeniya welatparêz û demokratîk jî herhal zêde îhtimala tevlibûneke bi vî rengî hesab nekiribûn ku bi şaşwazî encamê ragihandin. Peywendiya çapemeniya derve ya ji bo Newrozê ji her demê bêtir û cihêrengtir bû. Di vê de rola gelê Kurd a li dijî faşîzma DAIŞ'ê girîng e û tehdîtên Erdogan û faşîzma AKP-MHP'ê ya li hemberê Ewrûpayê jî roleke girîng lîst.

Newroza sala 2017'an jî wek pîrozbahiyên 8'ê Adarê wek gelek kes li bendê bûn, bi coşî, bi biryar û girseyî derbas bû. Gelê bakurê Kurdistanê, da nîşan ku xwedî li berxwedanên xweseriya demokratîk yên li Cizîr û Sûrê derdikeve. Li bajarên herî mezin yên wek Amed û Wanê gel qadên Newrozê tije kir. Li Cizîra ku pêşenga berxwedanên xweseriya demokratîk e gel da nîşan ku; li ser rêça Mehmet Tunç ê digot: Bi me şanaziyê bikin! dimeşe.

Pîrozbahiyên Newrozê ne tenê li bakurê Kurdistanê li parçeyên din yên Kurdistanê û li derveyê welêt jî girseyî û bi coşî derbas bûn. Gelê Rojava ku pêşengê berxwedana li dijî faşîzma DAIŞ ê ye, bi baweriya serketina operasyona li ser Reqqayê, li tevahiya bajaran meydanan dagirt û Newroz pîroz kir. Pîrozbahiyên Newrozê li Şengalê û li hemû bajarên başûrê Kurdistanê jî hatin lidarxistin. Newroz li bajarên Rojhelat jî bi dilşadî hat pîrozkirin. 

Bi milyonan gel herikîn qadan û Newroza 2017'an bi dirûşma: Emê misoger serbikevin hate lidarxistin. Taybetiya herî girîng a vê Newrozê jî ew bû ku bi biryardariya yekîtî û rastiya berxwedanê ve bû yek. Her wiha girseyên qadên Newrozê tije kirîn, dan nîşan ku xwedî li vê diruşmê derdikevin û îradeya serketinê pêşkêş kirin. Wisa jî rastiyên Newrozê yên wek yekîtî, berxwedan û azadiyê, bi serketinê ve kirin yek. Rastiya Newrozê ya li ser esasên yekîtî, berxwedan û azadiyê di Newroza 2017'an de carekî din jî derket holê.

Bi milyonan gel yên li her çar parçeyan û li derveyê welat bi dirûşma: Emê misoger biserkevin, derketîn qadan û peyamên dîrokî pêşkêş kirin. Bi vê îradeyê ve Newrozê vegerandin cejna serketinê. Planên faşîzma AKP-MHP'ê yên bi navên: Rûxandin û Sê hîlal ê ji hev belawela kirin. Wisa jî îlan kirin ku dawiya faşîzma AKP-MHP'ê hatiye û pêvajoya têkçûyînê dest pê kiriye.  

Peyamên milyonan yên di Newrozê de qadan tije kirîn bi van jî bisinor nema. Xeta îxanet û hevkariya bi faşîzma AKP-MHP re ya bi serketina faşîzmê bawer e jî derbeyên giran û ji kezebê xwarin. Nêrîn û fikra reformîst û teslîmiyetçî a digot: Diviyabû li hemberê êrîşên topyekûn û faşîst yên 24'ê Tîrmeha 2015'an nehatiba sekinandin jî têkşikand. Gelê ku bi awayekî cidî xwedî li berxwedanên xweseriya demokratîk derket, yên digotin: Van berxwedanan li ser gel şikestinên mezin pêkanîne jî, di nav reşbînî û bedbîniya wan de fetisand. Da nîşan ku yê di rastiyê de şikestî ne gel e, mîlîyetperweriya burjuwaya piçûk ya bi îdiaya pêşengiya gel derdikeve holê ye.  

Di Newroza 2017'an de gelê Kurd da nîşan ku ji bo azadiyê amade ye her cure fedekariyê bike û şoreşgerên divê pêşengên vê têkoşînê bin, ji bo wezîfeyê vexwend û got: Ez li vir im, li qadan im, ji bo her cure têkoşînê amade me hûn li ku ne? Bi awayekî zelalî da nîşan ku eger pêşengiyeke têrbar hebe, di pêvajoya em tê de ne, wê şoreşa azadiyê ya Kurdistanê bigihije serketinê û veguhere şoreşa demokratîk a Rojhelata Navîn. 

Nexwe divê peyamên Newroza 2015'an baş bêne xwendin û pêwîstiyên wê jî bêne bicihanîn. Lewre gelê Kurd carekî din jî helwesta xwe ya siyasî bi zelalî nîşan daye. Ya rastî referandûma ku divê di 16'ê Nîsanê de bê lidarxistin, di 8'ê Adarê û di Newrozê de hatiye lidarxistin. Gelê Kurd gotina xwe ya 16'ê Nîsanê di Newrozê de vekirî gotiye. Qadên Newrozê tije kiriye û ji faşîzma AKP-MHP'ê re gotiye: NA. Daye nîşan ku li hemberê faşîzmê çok nade erdê û wê misoger faşîzmê têkbibe. 

Niha, divê îradeya ku gelê Kurd di Newrozê de derxistiye holê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe û bi NA'ya di 16'ê Nîsanê de têkeve pratîkê. Divê ruhê 8'ê Adarê û ya Newrozê ji bo referandûmê û li kolanan jî bê veguhestin. Li ser vê esasê divê pêvajoya têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê lezgîntir bibe. Dîsa divê em vê faşîzmê bavêjine ser sergoya dîrokê, û pêvajoya avakirina Tirkiyeya demokratîk ya li ser esasên çareseriya pirsgirêka Kurd bê destpêkirin. 

Em bawer in ku wê peyama 8'ê Adarê û ya Newrozê vala neçe û peyamên wê di kar û xebatê de bêne bicihanîn. Lewre mercên hundir û derve vêna dixwazin û ji bo serketinê jî her cure derfet û fersend hene. Ne mûmkin e ku Tirkiyeya îro ji bin barê faşîzma AKP-MHP ê rabe. Dîktatoriya Erdogan Tirkiye ji jiyanê bi dûr xistiye û ji cîhanê jî tecrîd kiriye. Hatiye nûqteyeke ku her kesî bi terorê tehdît dike. Her wiha şansê sîstemeke wiha ya mayîna li ser lingan jî êdî nîne. Wekî din maye ku ev xerabe bi tevahî bê rûxandin û ev cesed bête binaxkirin. Eger îradeya di 8'ê Adarê de derketiye holê û ya di Newrozê de derketî ji bo referandûmê jî bête veguhestin, wê misoger faşîzma AKP-MHP'ê jî di dîrokê de bifetisînin.  

Newroza sala 2017 an vaye berxwedaneke wiha û îradeya serketinê derxistiye holê. Bêguman ev îrade berê her tiştî îradeya jiyaneke azad e. Gelê Kurd felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a digot: Eger jiyanek hebe, misoger wê azad be. Ji xwe re kiriye vîn û îrade. Wisa jî eşkere daniye holê ku ev gel bi xwe jî vegeriyaye Newrozê ango bûye Newroz. Nîşanê her kesî kirîye ku ji bilî jiyaneke azad, ti tiştî qebûl nake. 

Helbet afirandina îradeyeke wiha ne hêsan e û bi bedelên giran e. Çawa ku gelê Kurd, Newroza cejna azadiyê bi xwîna şehîdan afirandiye, îradeya îro ya serketinê jî bi şehadetên mezin pêkaniye. Di Newroza 2017'an de jî li Bakur û Rojava li dijî faşîzma DAIŞ û ya AKP-MHP'ê bi dehan şehîd dane. Bêguman ji berxwedanên herî girîng yên Newroza 2017'an berxwedana Şingalê ye. Em hemû şehîdên qehreman yên Newrozê kirîn Newroz û îradeya jiyana azad derxistin holê bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Em dixwazin hindek jî behsa rojnamevana şoreşger Nûjiyan Erhan ku yek ji şehîdên Şingalê ye bikin. Ev jina şoreşger a Kurd ya 3 ê Adarê di êrîşên çeteyên AKP-KDP'ê de birîndar bû, di 23'ê Adarê de tevli karwanên şehîdan bû. Nûjiyan bi rastî jî wek navê xwe nûnertiya jiyana nû kir, vê jiyana nû jî bi rastiya jiyana azad a Newrozê ve kir yek. Nûjiyan li Hîlwana ku yek ji cihên yekem rêxistinbûna PKK'ê ye hatiye dinê û di sala 2005'an de di encama çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî de tevli qadên azadiyê bû. Ev 12 sal in, keda herî bi rûmet tevli têkoşîna azadiyê ya jinê kir. Piştre vê kedê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Êzîdî re kir yek. Ev jî dide nîşan ku ew di baweriya xwe de çiqas bi biryar bû. Di encama guleyeke xayîn de tevli karwanên şehîdan bû, ev jî şehadeta wê hîn bêtir watedar dike. Em wê bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku wê di rastiya jiyana azad a Newrozê de heta hetayê jîndar bimîne.   

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA