DOSYA III

Newroza serketinê

Eger Newroz azadî be, nexwe li her derê û her gav tê pîrozkirin û jiyîn. Ti kes jî nikare ji vê re bibe asteng.

Kurd coşa Newrozeke nû dijîn. Newroza ku her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin. Li gorî efsaneyê, gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya Kawayê Hesinkar, Dehakê zalim têkbirin û gihiştin azadiya xwe. Gel di pêşengiya pêşiyên Kurdan MED’an de bûn yek û serî hildan, ango ev roj jî sembola têkoşîna rizgarî û azadiyê ye. Di heman demê de temsîla serê salê di salnameya Kurdî de dike. Di nav vê çarçoveyê de tê maneya –Roja Nû- jî. Bi kinahî sembola roja nû, destpêka sala nû û gihiştina azadiyê ye.    

Di bizava azadiya Kurd a hevdem de jî heman efsane ji nû ve hat jiyîn. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tovên PKK‘ê di Newroza sala 1973’an de diçîne. Koma Apoyî ji Newroza sala 1976’an pê ve li bakurê Kurdistanê belav dibe û cejna azadiyê ya Newrozê tê pîrozkirin. Li dijî rejîma leşkerî dîktator  ya faşîst a 12’ê Îlonê berxwedana azadiyê ya Kurd di pêşengiya endamê komîta navendî ya PKK’ê Mazlum Dogan de, di sala 1982’an de li zindana Amedê dest pê dike. Lewre ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve wek Kawayê Hemdem tê binavkirin. Di pey re berxwedanên li Amedê Zekiye Alkan, li Îzmîrê Rahşan Demîrel, li Elmanyayê Ronahî û Bêrîvan tên. Newroz bi PKK’ê re li Kurdistanê digihije maneya xwe ya jinûveyekîtî, berxwedan û azadiyê û li gorî maneya xwe ya rastîn tê gihiştin û pîrozkirin.    

Kurd ku bindestên li Rojhilata Navîn in, îsal jî Newrozê li dijî êrîşên faşîzma DAIŞ, AKP û MHP’ê di nav berxwedanê de pêşwazî dikin. Dijminê faşîst di zalimtiyê de rehmet li gora DEHAK didin xwendin. Helbet divê yên Newroz pîroz dikin jî bibin wek: Kawayên Hesinkar, Ronahî û Bêrîvanan. Ji ber vê sedemê me dixwest sernivîsa vê nivîsarê wek: Newroza berxwedanê deynin. Lewre li dijî êrîşa topyekûn a faşîst encax bi berxwedana topyekûn Newroz dikaribû bihata temsîlkirin û pîrozkirin. Lê ji ber ku komîteya amadekar a Newrozê navê Newroza îsal: wek Newroza serketinê lê kir, me jî ev nav di cih de dît û ji bo nivîsara xwe jî hilbijart.  

Bêguman sedemên piralî yên fikra me ya ewil dayîn guharandin jî hene. Belê Newroz tradîsyoneke berxwedanê ye, lê ev berxwedana em behsê dikin, beriya 35- 40 salan hatiye destpêkirin. Li ser vê esasê berxwedana azadiyê ya nû dest pê kiriye û qehremaniyên gelek mezin afirandiye û heta roja me ya îro hatiye. Berxwedana ji bo azadiyê ji bo Kurdan û derdorên ji wan bandor girtîn, êdî bûye felsefeyeke jiyanê û awayê seknê jî. Ji bo kesên ji 7 salî heta heftê saliyan ev kal û pîr, xort û ciwan jî di nav de wiha dijîn. Wisa diyar e ku di berxwedanê û di afirandina jiyana azad de kêmasî nîne. 

Baş e, kêmasî di ku de ye? Pir eşkere ye ku berxwedana behsê tê kirin di dema gihiştina rizgariyê de ye. Ango berxwedana li dijî her cure zulm û zextê vegeriyaye awayê jiyanê û bûye felsefeyekê. Lê di hevgihandina rastiya berxwedana behsê tê kirin û serketina wê de kêmasiyek maye. Pêvajoyeke mîna ku yek alî û bêdawî be hatiye qebûlkirin, nêrîneke wiha derketiye holê. Vaye helwesta emê misoger biser bikevin ya Newroza îsal vêna sererast dike. Bêguman berxwedan dîsa jî berdewam dike. Encex hevgihandina berxwedanê ya bi serkefinê jî babeta me ye. Dirûşma emê misoger biser bikevin, îradeya serketinê û biryardariyê derdixîne holê.

Girîng e ku berxwedana azadiyê ya Kurd gihiştiye, biryardariya îradeya misoger a serketinê ye. Berê her tiştî ev îrade û biryardarî efsaneyê bi roja me ve girê dide. Li aliyê din berxwedana ku îro li dijî DEHAK’ên faşîzma DAIŞ, AKP û MHP’ê tê bilindkirin,  bi daxwaza nihaî ve tê bi yekkirin, wisa jî bêtir bimane dibe û têgihiştin. Ji vir şûnde jî divê ji bo azadiyê tevahiya berxwedanan li ser esasên serketinê bêne birêvebirin. 

Bêguman berxwedan û serketin ne hêsan e. Berê her tiştî têkbirina her cure astengiyê wek merc dibîne. Dîsa li berçavgirtina rîskên pir mezin û fedakariyê jî merc dibîne. Em wek gel di bin pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan de gihiştine asteke mezin a azadiyê. Gerîlayê me yê qehreman ê ku li dijî her cure kevneperestî û êrîşê li ser lingan dihêle heye. Berxwedana li ser şopa qehremanan bi pêş dikeve û serketinên pir mezin bi xwe re tîne ango şoreşa Rojava heye. Berxwedanên dîrokî yên ku qehremaniya gel îfade dikin ango berxwedanên me yên xweseriya demokratîk hene. Serkeftinên me yên Kobanê û Şingalê yên di mercên herî dijwar de bi ser ketîn hene. Gelê Kurd êdî ne bêparastin e û muhtacê ti kesî jî nîne.  

Lê derbaskirina astengan, fedakariya bi qehremanî hinde ne hêsan e. Wek nimûne; gerîlayê me bi qehremanî li dijî faşîzma DAIŞ’ê li ber xwe daye û gelê êzîdî parastiye. Lê îro êrîşeke hevreng ji aliyê AKP-KDP’ê ve tê kirin ku berxwedana li dijî wê ji ya li dijî DAIŞ’ê tevlihevtir û zehmettir e. Li vir ya zehmetiyê derdixe ne hêz û wehşeta AKP’ê ye nemaze hevkariya ku KDP bi dijmin re ketiye nav e. Têgihiştin ku têkoşîna li dijî faşîzmê ji ya li dijî hevkarî û nokeriyê ne cuda ye. 

Îro di dema Newroza 2629 ‘an tê pîrozkirin de rewşa gelê Kurd ji beriya 2629 salan ne cudatir e. Dijminê faşîst ji DEHAK’ê xwînmij ne cuda ye. Hevkarî û nokerî xerabiyên ku di dîrokê de pêkanîne, îro jî pêk tîne. Nexwe divê em berxwedaneke bi ya Kawayê Hesinkar re hevreng îro jî li dar bixin. Hinde ne hêsan e mirov bibe gelê Newrozê û azad bijî. Eger hinde hêsan bûya Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan xwe nedişewitandin. Ciwanên Kurd bi dirêjahiya 40 salan bi dayîna bi hezaran şehîdan ve wiha bi qehremanî şer nedikir.

Nexwe divê em xwe nexapînin, divê ti kesek jî xwe nexapîne. Pêxistina agirê Newrozê, pîrozkirina Newrozê, bêhnkirina ruhê azadî û berxwedana Newrozê û temsîlkirina wê hinde ne hêsan e. Ev kar karekî mezin e, karê berxwedana qehremanî û gihiştina serketinê ye. Newroz bi destûra desthilatan nayê pîrozkirin. Nabe ku Newroz bi tenê wek cejn an jî şahiyekê bête nirxandin. Eger Newroz azadî be, nexwe li her derê û her gav tê pîrozkirin û jiyîn. Ti kes jî nikare ji vê re bibe asteng. Eger Newroz berxwedan be, nexwe têkoşîna ji bo azadiyê li her derê û bi her awayî tê kirin. Ji bo berxwedana azadiyê çi hewce be, ewê bête kirin.

Li ser vê esasê di serî de ciwan û jin wisa jî tevahiya gelê Kurd û dostên wan divê li her derê biherikine qadên Newrozê, divê misoger wan qadên em behsê dikin tijî bikin. Divê her cure qedexe û astengên faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê azadiyê ya Newrozê ve  derbas bike. Divê ev Newroz li gorî bilindahiya şehîdên me bi qehremanî bête jiyîn. Li her derê faşîzmê rûreş bike û azadiyê biqîre. 

Em di vê çarçoveyê de Newroza hemû welatparêz, azadîxwaz û berxwedêran pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin ku Newrozê bi zanyarî û lehengiya Mazlûm ve bijîn. Li ser vê esasê em qehremanên ku şehîdên me yên mezin yên Newrozê ne Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku wê jiyan û têkoşîna me li ser xeta şehîdan be, emê sala nû ya Newrozê vegerînin sala herî mezin a azadiyê û wisa jî daxwaz û armancên wan pakrewanan pêk bînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA