Newroz wê li Stenbolê li 3 herêman bê pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê, wê roja 21'ê Adarê li 3 herêman bi rengekî girseyî pêk werin.

Newroza îsal, ku bi dirûşma "em ê bi teqezî bi ser bikevin" tê pîrozkirin, li gelek cihan ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat qedexekirin. Walîtiya Stenbolê destûr neda ku Newroz li Bazara Gel a li Bakirkoyê bê pîrozkirin.

Ji ber vê yekê, gel wê agirê Newrozê li hemû navçeyan dade. Îro danê êvarê wê li hemû navçe û taxên Stenbolê, gel bi însiyatîfa xwe Newrozê pîroz bike. Di 21'ê Adarê roja Sêşemê de wê li 3 herêman bi rengekî girseyî were pîrozkirin.

Pîrozbahiyên roja 21'ê Adarê li van cihan e:

Herêma Yekemîn: Li navçeya Sûltanbeyliyê li taxa Hamîdiye û Meydana Kartalê

Herêma Duyemîn: Li navçeya Sûltangaziyê li Parka Gazî Şehîr û Meydana Karayollari ya li taxa Gazîosmanpaşayê

Herêma Sêyemîn: Li navçeya Bvagcilarê li Meydana Metro ya li taxa Kîrazli û li pişt Lîseya Kadriye Moroglû ya li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceyê.