BI DÎMEN

Newroz li Stockholmê bi girseyî hat pîrozkirin

Newroz li paytext Stockholmê bi rengekî girseyî û bibeşdariya nûnerên rêxistin û partiyên Swêdî, Kurd, Asûrî-Suryanî hat pîrozkirin. Di pîrovahiyê de Erdogan û hikûmeta AKP'ê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Nûnerên rêxistin û partiyên Swêdî, Kurd, Asûrî-Suryanî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî li Solnahallenê pêk hat û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ayşe Goktepe û Hamît Bîten li ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û bindestan axivîn. Hevserokan cejna Newrozê li hemû beşdaran pîroz kirin.

RÎZAZAT: BILA PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN

Li stranên Koma Heval, li ser navê Partiya Çep a Swêdê parlamenter Danîel Rîazat axivî û anî ziman, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rejîma Erdogan dest bi tasfiyekirina her kesên mîna xwe nafikire kir û Hevserokên HDP'ê yên vîna 6 mîlyon mirovan temsîl dikin, tevî gelek rêveberan girt.

Rîazat anî ziman, ku ew nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê di pratîkê de nîşan didin û got, "Em ê ti carî xiyanetê li hevrêyên xwe yên HDP'yî nekin û em ê her tim piştgiriyê bidin wan."

Di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girtina navê PKK'ê di nava lîsteya 'rêxistinên terorê' de û got, "Em dixwazin navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Weke Partiya Çep, ji bo pêkanîna vê yekê, em ê mijarê bixin rojeva Yekîtiya Ewropayê. Ez dixwazim axaftina xwe diyarî hevrêyên me yên çend roj berê li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, bikim. Em naxwazin ev yek ti carî dubare bibe." Rîazat axaftina xwe bi gotina 'Bijî PKK" û "Bijî HDP" qedand.

CEDERFELT: BILA ŞER BÊ QEDANDIN, DANÛSTANDINÊN JI BO AŞTIYÊ WERIN DESTPÊKIRIN

Parlamentera Partiya Moderat (Mûxafazakar) Margareta Cederfelt bibîr xist, ku Tirkiye bi dehan salan e hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û destnîşan kir, ev yek bi dayîna mafên Kurdan û hurmeta ji bo azadiya ramanê pêkan e.

Cederfelt got, "HDP partiyeke aştiyane ye û bi dengê gelan hatiye hilbijartin. Em bi ti awayî nikarin girtina rêveberên HDP'ê qebûl bikin. Heta ku parlamenterên HDP'ê bên berdan, em ê vê yekê li her platformê bînin ziman." Cederfelt bang li dewleta Tirk û PKK'ê kir, ku şer bisekinînin û danûstandinên ji bo aştiyê ji nû ve bidin destpêkirin.

SARIYILDIZ: ERDOGAN Û AKP JI BO XWE JI DARIZANDINÊ RIZGAR BIKIN, DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ XISTIN ROJEVÊ

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî ragihand, neviyên Kawa îro li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê serî li ber zaliman radikin û bi ruhê têkoşer û berxwedêrî yê Mazlûm Dogan tevahiya Kurdistanê ronî dikin.

Sariyildiz bibîr xist, hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ciwan bi saxî di jêrzemînan de şewitandin û destnîşan kir, Mehmet Tûnç û ciwanên berxwedêr serî li ber zaliman netewandin.

Di dewama axaftina xwe de Sariyildiz, bi zimanekî tund pêşnûmeya AKP'ê ya ji bo destûra bingehîn a nû rexne kir û anî ziman, Erdogan û AKP baş dizane wê mîna Hîtler, Saddam û Mîlosevîç ji ber sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin, lewma destûra bingehîn a nû xistin rojevê. Sariyildiz bang li hemû hilbijêran kir, ku ji bo pêşî li rejîma şexsekî û faşîzmê bigirin biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.

Piştre koma govendê ya zarokan a Komuna Jinê ya Warşîn derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

RHAWÎ: EM SIBEROJEKE HEVPAR DAFIRÎNIN

Li ser navê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Metîn Rhawî jî cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û ragihand, li Rojhilata Navîn Kurd cejna Newrozê, Suryanî jî cejna Akîtû ji neçarî di nava komkujî û trajediyan de pîroz dikin.

Rhawî diyar kir, li Bethnahrînê divê hemû gel siberoja xwe bi dest xwe diyar bikin û got, "Weke gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, me her tim xwest bi gelên din re di nava biratiyê de bijîn. Di tevahiya serdemên dîrokê de em û gelê Kurd bi hev re jiyan. Di dema qirkirina Seyfo de, me Kurdên ku gelê me parast ji bîr nekir. Niha jî em bi neviyên wan re li Federasyona Bakurê Sûriyeyê siberojeke hevpar dafirînin."

MUSLIM: DIVÊ PDK LI CEM TÊKOŞERÊN JI BO MIROVAHIYÊ ŞER DIKIN CIH BIGIRE

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî ragihand, berxwedana ku Kawayê Hesinkar li dijî dijî Dehaq, Mazlûm Dogan jî li zîndana Amedê li dijî dewleta Tirk meşand, îro li Rojava ji aliyê Kurd, Ereb û Suryaniyan ve li dijî barbariya DAIŞ'ê didome.

Muslim anî ziman, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gel û baweriyên li herêmê, ji bo mirovahiyê şer dikin. Muslim destnîşan kir, ku di nava sîstema li Rojava de hemû gel û bawerî bi rengekî wekhev tên temsîlkirin û gerîla di heman demê de ji bo parastina dêrên Xiristiyanan jî şer dikin.

Muslim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên PDK'ê yê li Şengalê û got, ev êrîş bi kêrî Kurdan nayên. Muslim bang li PDK'ê kir, ku dest ji van êrîşan berde û cihê xwe li cem têkoşerên ji bo mirovahiyê şer dikin, bigire.

Muslim da zanîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi artêşek ji 50 hezar kesî operasyona rizgarkirina Reqayê didomîne û destnîşan kir, ku serketin nêz e. Muslim got, "Em dixwazin êdî ne li xerîbiyê, lê li welatê xwe Newrozê pîroz bikin."

Di pîrozbahiyê de Nasir Rezazî, Hozan Diyar, Kewê û Hesen Tercan jî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.