Newroz li Hambûrgê hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Hambûrgê bi coş hat pîrozkirin. Bi qasî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya li Wandsbek Martê bûn.
Newroz li bajarê Hambûrgê bi coş hat pîrozkirin. Bi qasî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya li Wandsbek Martê bûn.
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji aliyê PYD Hambûrgê ve hat organîzekirin û Kurdistanî û dostên wan ên li herêmê dijîn tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê Demhat Amed axivî.
Amed got, "Newroza 2017'an wê bibe Newroza azadiya Rêberê me û gelê me. Weke gel, em li Rojava pêşengiyê ji mirovahiyê û ji şoreşê re dikin. Çawa ku duh em li dijî Dehaq ê zalim têkoşiyan û me navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin, îro jî em li dijî zilma Erdogan ku Dehaqê hemdem e li ber xwe didin."
Amed destnîşan kir, ku ji her demê bêhtir ew nêzî azadiyê ne.
Nûnerê PYD'ê yê Hambûrgê Hêja Mûhammed jî diyar kir, şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinê hatiye afirandin û got, "Jinên ku li her qada jiyanê mînak e ji jinên cîhanê re."
Di pîrozbahiya Newrozê de ku bi giranî jin û ciwan tevlî bûn, dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn. Di bernameya çandê ya şevê de hunermend Xelîl Xemgîn, Erdogan Emîr, Denîz Deman, Xanemîr, Atîlla-Îbo, Koma Rengê nû, Koma Zarokên Medya û Govenda Sîpan Amara derketin ser dikê.
Pîrozbahiya Newrozê bi nîşandana sînevîzyonê qediya.