Nerazîbûna li dijî girtina Huseyîn Akyol zêde dibe

Rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, aktîvîst û hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Huseyîn Akyol dan.

Hevgerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameyê di Hukmê Qanûnê de hat girtin nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol bi boneya cezayê wî yê ji ber rojnamegeriyê hat erêkirin duh hat girtin û ew şandin girtîgehê.

13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê cezayê 3 sal û 9 meh dabû Aykol û ev ceza pişt re ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hatibû erêkirin. Aykol ê duh li mala xwe hat binçavkirin û ew birin Dadgeha Bati ya Sîncanê hukmê derbarê wî de li rûyê wî xwendin û pişt re ew girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê.

Aykol ji salên 1970’an vir ve rojnamegeriyê dike û heta niha derbarê wî de 63 doz hatine vekirin.

Di serî de hempîşeyên wî, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, aktîvîst û şagirtên rojnameger û nivîskar Aykol bertek nîşanî girtinê dan.

DEMÎRER: SÛCÊ WÎ ÇI BE HEMAN SÛCÎ MIN JÎ KIRIYE

Nivîskar Temel Demîrer ê di Ozgur Gundemê de bi hev re dixebitîn wiha Aykol pênase dike: “Di dinyayê de yek ji însanên herî bi namûs, bi rûmet, jîr û mînak bû. Ew hevrêyê min bû. Yê ku bixwaze çapemeniya azad û muxalîf çiye bila Huseyîn Aykol ji xwe re mînak bigire. Her tim min Huseyîn Aykol ji xwe re mînak girt. Huseyîn Aykol yek ji mirovên azadiya îfadeyê yê Tirkiyeyê û dinyayê bû. Sûcê Huseyîn Aykol sûcê mine. Ez sûcek wiha bi rûmet qebûl dikim.”

ERYILMAZ: PERGALA OTORÎTER A EM BEHSA WÊ DIKIN TIŞTEK WISA YE

Rojnameger Tugrul Eryilmaz jî wiha got: “Girtina li dijî çapemeniyê û azadiya îfadeyê nayê qebûlkirin. Gotinek kirin jî êdî li Tirkiyeyê zor e. Desthilatdarî dibêje ji bilî min bila kes gotina nebêje. Em li welatek azadiya îfadeyê lê nîne dijîn. Hemû saziyên li Tirkiyeyê hatine perîşankirin. Tu tiştekî bernadin. Pergala otorîter ku em dibêjin tiştek wiha ye. Her dawî jî hempîşeyê me Aykol bû qurbanê vê yekê.”

KESKÎN: ROJNAMEGER-NIVÎSKAR DIKEVIN HEPSÊ

Hiqûqnas Eren Keskîn a bi Aykol re Hevgerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê dikir jî wiha axivî: “Beriya her tiştî me hevgerînendetiya weşanek ku li ser vê erdnîgariyê rastî zextan tê dikir. Tu demek ewqas azadiya îfadeyê ku hatiye binpêkirin neqewimiye. Huseyîn Aykol emrê xwe da azadiya çapemeniyê û xweîfadekirina çapemeniya azad. Di heman demê de hevalê min ê dozê ye. Dibe ku her kêlî em hemû bikevin girtîgehê. Em rewşek pêkenok û trajîk dijîn. Li erdnîgariyek ku Velî Kuçuk tê beratkirin, rojnameger, nivîskar dikevin girtîgehan. Huseyîn Aykol jî yek ji van e. Em xemgîn bûn lê em matmayî neman.”

AKARSU: AGAHIYÊN PIRR BI NIRX FÊRÎ ME KIR

Rojnameger Ozlem Akarsu Çelîk jî got: “Huseyîn Aykol heta îro têkildarî pîşeya me û hem jî têkildarî têkoşînê agahiyên binirx dan me. Wî gelek rojnamegeran têgihand. Yek ji hêlên wî yên herî binirx ev e. Em ê her tim bêjin ‘Rojnamegerî Ne Sûc e.’ Huseyîn Aykol divê ne li hepsê bi awayek azad li derve rojnamegeriyê bike."

YILMAZ: DENGÊ HEMÛ KESÎ BÛ

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz jî dibêje ku ew ji Huseyîn Aykol fêrî rojnamegeriyê bûye û Aykol wiha tîne ziman: “Tenê ne mamosteyê min bû, di heman demê de şefê min, midurê min, hosteyê min, hevrêyê min ê xebatê bû. Huseyîn Aykol dengê feqîran, bêdengan, ên din, girtîgehan, zarokan, karkeran, kurdan, pênaberan bû. Bi sedan doz û darizandinên derbarê wî de nikaribûn wî bitirsînin û bêzar bikin. Tevî ku cezayê wî hat erêkirin jî tekra welat nekir. Huseyîn Aykol bi çend gotinan nayê ziman. Bi sedan rojnameger têgihand. Tevî temenê xwe yê navsere jî her serê sibê saet di 5’an de dest bi kar dikir û her tim ji rojnamegeriyê dibû mînak.”

TAHÎNCÎOGLU: DIVÊ DEMILDEST BIGIHÎJE AZADIYA XWE

Rojnameger û nivîskar Gokçer Tahîncîoglu jî got: “Bi salane ji bilî rojnamegeriyê tu çalakiyek wî tune bû. Bi salane rojnmegeriyê dike û tê darizandin. Pêwîste demildest bigîhîje azadiya xwe. Em hêvîdarin wê dozê wî yên di çarçoveya azadiya îfadeyê de bên beratkirin. Hikumeta ku pakêtên darazê amade dike, rojnamegeran dixe hepsê. Em bang li hikumetê dikin ku dawî li van pêkanînan bîne.”

DUNDAR: LI ALIYEK REFORM LI ALIYEKÎ GIRTIN…

Rojnameger Cand Dundar jî jî wiha bertek nîşan da: “Girtina rojnamegeran veguherî êrîşek giştî. Li aliyekî behsa reformên darazê tê kirin li aliyê din jî rojnameger tên girtin, akademîsyenên aştiyê tên girtin. Divê em hemû bi hev re li dijî girtinan û bêhiqûqiyê derkevin.”

YARKADAŞ: GIRTINA AYKOL QEBÛL NAKIM

Parlamenterê berê û rojnameger Bariş Yarkadaş jî da zanîn ku bi salane ew Huseyîn Aykol nas dike û got: “Ez girtina Huseyîn Aykol qebûl nakim. Divê hemû rojnamegerên girtî demildest bên berdan. Divê êdî îktîdar qebûl bike ku rojnamegerî ne sûc e û ji bo xêra cemaweriyê ye. Lazim e dev ji helwesta xwe ya li dijî rojnamegeran berde.”

EREN: DIVÊ ME VÎ DENGÎ BI HÊZTIR DERXIN

Nûçegihana JinNewsê ya Enqereyê Habîbe Eren jî got: “Her çiqas me bi mamoste Huseyîn re sohbet dikir û digot ‘Xwezî min hin bêtir bi Apê Musa re dem derbas bikira.’ Her tim li ser kevneşopiya Apê Musa me fêrî rojnamegeriyê kir. Bi salan dengê girtiyên nexweş û girtiyan ragihand. Divê em ji niha şûn ve vî dengî bi hê derbixin. Divê her kes êdî ji vê bêhiqûqiyê re bêje na û li dijî wê derkeve.”

SAÇILIK: LI HER DU TIRKIYEYAN JÎ HEMAN MUAMELYÊ DÎT

Civaknas û aktîvîst Velî Saçilik jî got: “Huseyîn Aykol nasnameyek dîrokî ye. Rojnamegerek girîng ê dîrokî ye. Her tim bedela vê yekê daye. Huseyîn Aykol li Tirkiyeya berê jî rastî van zextan hat û niha li Tirkiyeya AKP’ê heman muameleye dibîne. Rêveberê dewletê diguherin lê helwesta dewletê ya li dijî rojnamegerên kurd û muxalîf naguhere.”

BOLTAN: GAVEK BERÊ GAVEKÊ DIVÊ BERDIN

Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî wiha axivî: “Kesayetek ji bilî rojnamegeriyê wêdetir feylesofiyê dikir. Kesayetek li dijî her cûre zextan disekinî. Helwest û fikrên wî yekser çapemeniya azad temsîl dikir. Girtina rojnamegerek ku temenê wî derketiye ser 70 saliyê nayê qebûlkirin. Girtina wî li dijî aqilan e. Em wek înîsiyatîfa rojnamegeran dibêjin bila Huseyîn Aykol demildest bê berdan. Di şexsê Huseyîn Aykol de hemû rojnamegerên gitî bila bên berdan. Êdî li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bûye pêdiviyek bingehîn.”

OKAY: NÎŞANEYA FAŞÎZMÊ YE

Ji ekîba “Gorulmuştur.org” nivîskar Adil Okay jî anî ziman ku wî bi rêya xebatên girtîgehan Huseyîn Aykol nasiye û got: “Li Tirkiyeyê maf û hiqûq nemaye. Bi deh hezaran însan di girtîgehan de ye. Herî zêde di vê serdemê de însan li Tirkiyeyê girtî ne. Girtina Huseyîn Aykol ê bi salan binpêkirina mafan a li girtîgehan anî ziman û nivîsand nayê bûlkirin. Nêzîkatiya li dijî Huseyîn Aykol nîşaneya faşîzmê ye.”

ACINIKLÎ: GIRTIN ASTENGKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD E

Hevseroka Giştî ya Komeleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) parêzer Ayşe Aciniklî jî wiha got: “Girtina rojnamegeran ne ji rêzê ye û ne asayî ye. Astengiya azadiya çapemeniyê ye. Girtina Huseyîn Aykol çavtirsandina li dijî rojnamegerên alîgirên azadiya çapemeniyê ne. Dixwazin bi van zextan çapemeniya azad asteng bikin û sansûr bikin. Cezakirina Huseyîn Aykol di heman demê de cezakirina mirovan e ku nikarin mafê nûçe wergirtinê bigirin. Mafê însanan ku nûçeyan werbigirin jî tê astengkirin.”