Nehiqûqiya Elmanya ya li dijî Kurdan diçe DMME'yê

Ji bo ku zext û darizandinên li ser Kurdan bi dawî bibin piştî ku serlêdanên li Dadgeha Destûrê ya Federal a Elmanya ti encam bi xwe re neanîn, doz diçe DMME'yê. Parêzer Lukas Theune ji ANF'ê re axivî û got, ''Şerê di navbeyna dewleta Tirk û PKK'ê de ne

26'ê Mijdara 1993'an qedexya li ser PKK'3e ku hikûmeta Kolnê li ser PKK'ê danî li cîhanê tişta nû bû. Di bultenê de ku qedexe lê hatî eşkerkirin derbarê sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ti tiştek nebû, lê çalakiyên Kurdan ên li welatan ji bo ku tişta ku bûyî ji cîhanê re ragihînin hatibû krîmînalîzekirin. Ji wê demê û vir Kurdên ku ji zext û zordariya dewletên mêtinger ji Kurdistanê derketin û xwe li Elmanya girtin bi rengekî zêde neçar man ku têkoşîna hiqûqî bidin.

Li bara hêza rêxistinî ya tevgera azadiya Kurdan weke tişta ku dewleta Tirk dike li Elmanya jî her demê konsept û qedexeyên nû hatin sazkar kirin. 2010'an Wezareta Dadê PKK kire nav 'lîsteya terorê'. Bi vê biyarê re lêpirsînên li ser Kurdan hê rehetir hatin kirin û bêyî ku xwe bispêrin delîlekê jî wê doz bihatana vekirin. Ji bo ku dawî li vê rewşê were serlêdan li Dadgeha Destûrê ya Federal hatin kirin.

Di guherîna destûrê ya ku di nav raya giştî de weke '129b' tê zanîn derbarê bi dehan siyasetmedarê Kurd lêpirsîn hatin vekirin. Bi dehan Kurdên ku penaberiya siyasî ya li Elmanya hatî qebûlkirin miemeleya 'terorîst'an bi wan hate kirin û cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Van salên dawî hijmara lêpirsînan zêdetir bû.

Li gorî daneyên Dozgeriya  Federal bi sernavê PKK'ê lêpirsînên ku hatine vekirin 2013'an 15, 2014 û 2015'an 20, 2016'an 40 û 2017'an bûne 130. Her wiha 2018'an ev zêdetir bû. Di du mehên pêşî yên vê salê de têkilî têkoşîna azadiya Kurd 50 lêpirsîn hate vekirin.

Pişt perdeya PKK'ê, zext û girtina li ser Kurdan parêzer Lukas Theune nirxand, ku Theune her wiha ji bo ku tevgera azadiya Kurd bi çarçoweya destûra 129b'yê neyê nirxandin serî li Dadgeha Destûrê ya Federal daye û parastina gelek siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya têne darizandin dike.

'DERDÊ ELMANYA ÎDEOLOJIYA PKK'Ê YE'

Theune li ser biryara qedexekirina PKK'ê ya ji hêla Elmanya ve got, gelek faktor hene ku qedexeya li ser PKK'ê sazkar kirî û got yek ji van ew e ku hevkariya Elmanya ya bi Tirkiyê re, ku Tirkiye li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e sed salê paş de diçe û divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye her demê partnerekî baş ê Elmanyayê ye û her wiha bal kişande ser qirkirina Ermenan û rola Elmanya ya divê qirkirinê de destnîşan kir û got qirkirina Ermenan bi hevkariya van du dewletan pêk hatiye. Parêzer Theune her wiha bal kişande ser polîtîkayeke taybet a Elmanya a li ser tevgerên çepgir û sosyalîst û got deweta Elman dixwaze zextê li ser wan bike û wan tine bike û ji bo ku tevgera azadiya Kurd jî xwedî xeteke dij-kapîtalîst e Elmanya vê ji bo xwe taloke dibîne û ji bo ku tevgera azadiyê dixwaze civakeke alternatîf ava bike Elmanya wê krîmînalîze dike.

'HELWESTA POLÎSAN HIŞKTIRR BÛYE'

Parêzer Theune bi berdewamî got ew nikarin rewşa niha û ya 1993'an bidin ber hev, siyaseta qedexeyê geh kêm dibe geh zêde lê niha jî weke salên 1990'î siyasetmedarên Kurd têne darizandin û her wiha qedexe anîne ser sembolan, ser wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG-YPJ'ê û got avn salên dawî helwesta polîsan û tundiya wan hişktir bûye.

'DI NAV DEWLETÊ DE LI SER MIJARA PKK'Ê LIHEVNEKIRINEK HEYE'

Parêzer bi berdewamî diyar kir têkiliya zêdebûna zexta li ser Kurdan bi şer re tine, ji ber ku dema pêvajoya çareseriyê ya di navbeyna 2013-2015'an de jî li Elmanya heman zext hebûne û got, ''Biya min kêmbûn û zêdebûna zext û girtinan bi nîqaşên navxweyî yên dewletê re têkildar e. Mînak li dozgeriya federal rayedarek dibêje, 'jêdera vê meselê şerê di navbeyna dewleta Tirk û Kurdan e, em tevlê nabin'' lê rayedarekî dibêje, ''Na, ev mesele me jî têkildar dike, PKK ji bo Elmanya taloke ye. Bi van nîqaş û lihevnekirinan deminan hin raman xurtir dibin. ''

'QEDEXEYA LI SER PKK'Ê SIYASÎ YE''

Theune li ser rakirina qedexeya li ser PKK'e got parêzerên li Elmanya hewl didin ku têkoşîna hiqûqî dini û her wiha parêzerên li Amsterdamê ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewrpopayê were derxistin doz li Dîwana Edelayê ya Ewropayê vekirine û got, ''Lê divê em ji bîr nekin, qedexeya li ser PKK'ê biryareke siyasî ye û encex bi zexta siyasî dikare rabe''.

'HIKÛMET BIRYARÊ DIDE KU KURD WERIN DARIZANDIN'

Parêzer Theune got aktîvîstên Kurd  bi 'endamtiya rêxistina terorê ya biyanî' têne sucdarkirin lê rewşeke 'bêmantiq û kelevajî' heye, ''Ji ber ku miwekîlên min ji ber sûcên ku wan kirine nedihatin darizandin. Miwekîlên min mînak ji bo Newroz organîze kirine, an jî ji bo çûna festîvaleke çandî organîze kirine dihatin darizandin. Bi ser de yek ji van çalakî û xwepêşdanan ne qedexe ye û bi çarçoweya 'mafê xwepêşdanê' ya ku destûrê, ev nas kiriye, pêk hatine''.

Parêzer her wiha got rewşeke dî ya ku ew lê rast hatiye ku dema darizandinê geşedanên li Bakurê Kurdistanê têne rojevê.

Parêzer Theune bi berdewamî got, ''Me dît ku organên darazê yên Elman derbarê geşedanên li Kurdistanê ne xwedî ti agahiyê ne. Yek ji endamên dadgehê ne çûne Kurdistanê û ne jî tişta ku bûyî bi çavê xwe dîtine. Ev xaleke balkêş bû di dema darizandinan de.''

''DARAZA ELMAN LI BARA KURDAN NE SERBIXWE YE'

Parêzer  Theune li ser nêzîkatiya daraza Elman got, ''Daraza Elman di van dozan de ne serbixwe ye, ji hêla siyasetê ve tê rêvebirin. Em vê rewşê nexasim beriya serdanên rayedarên dewletê di destgîrkirin û girtinan de dibînin. Mînak çi dema ku Erdogan an jî Davûtoglu wê werin Elmanyayê Wezîrê Karê Derve Heîko Maas dema serdanên Tirkiyê siyasetmedarên Kurd destgîr dike, an jî siyaseta qedexeyê ya li ser Kurdan zêde dike, ji ber ku dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re baş bike.

Her wiha Wezareta Dadê ya Elman biryar dide bê ka destûra cezayê ya 'rêxistinên terorê yên biyanî' wê kê vehewîne. Ez lê radiwestim û dibêjim, ev ne ji hêla dadgehan ve tê diyarkirin, Wezareta Dadê û hikûmet biryarê didin û dibêjin, ''Em ê vê cezayê bidin û vê cezayê nedin.''

'EM Ê BIÇIN DMME'YÊ

Parêzer Lukas Theune herî dawî got di serî de Dadgeha Destûrê ya Federal ji bo ku siyasetmedarên Kurd û têkoşîna azadiya Kurd ji çarçoweya 129b'yê were derxistin, serlêdana xwe kirine, li dijî helwesta kêfî ya Wezareta Dadê bê ka kî wê were darizandin îtîraz kirine û xwestine ku biryara veşartîhiştinê ya li ser dosyayên lêpirsînê were rakirin, her wiha mafê wan were naskirin ku ew bikaribin nivîsên bûne sedema girtinê ya Wezareta Dadê û hikûmeta federal bibînin lê Dadgeha Destûrê ya Federal ew daxwaza wan qebûl nekiriye. Parêzer Theûne got, ''Piştî vê em ê vê nehiqûqiyê bibin DMME'yê. Ji ber ku şerê di navbeyna dewleta Tirk û PKK'3e de ne bi 'yasayên terorê' lê bi çarçoweya hiqûqê divê were nirxandin. Me dît ku daraza Elman li ser vê mijarê nikare biryarê bide û me biryar da ku em biçin DMME'yê.''