Konseya Rêveber a KNK'ê li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Konseya Rêveber diyar kir, ku li şûna hêzên pêşmerge axa Kurdistanê biparêzin xwe vekişandine û ji ber vê vekşînê jî bajarên Kerkûk, Tûzxurmatû, Daqoq, herêma Germiyan, Mexmûr, Şengal û derdora Mûsilê bê şer ketiye destê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê.
KNK'ê ragihand, ku ji bilî berxwedana hêzeke biçûk a gerîla û hin kesên xwebexş, parastin nehate kirin û ji ber vê yekê jî gelek pêşmerge şehîd bûn, herêm hate dagirkirin, gel malên xwe û bajar terikand û koçber bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Heşdî Şabî piştî kete nava van bajaran li gelek cihan dest danîn ser mal û milkên Kurdan û dest bi talanê kirin.
RÊVEBERIYA BAŞÛR BÊ AMADEKARIYA LEŞKERÎ, SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK REFERANDÛM KIR
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser tifaqa dewletên Tirk, Îran û hikumeta Iraqê ya piştî referandûma 25'ê Îlonê û wiha dewam kir: "Rêveberiya Başûr, bi hesabên teng, bê amadekariya hindur û derve, bê amadekariya siyasî û dîplomatîk, ji hemûyan xetertir bê amadekariya eskerî, referandûm pêk anî. Ev jî bû sedema bûyerên nexweş, bû sedema karesatekî mezin, bû sedema maxdûrîyeta gel, koçberî û talan, bê moraliya gel û bû sedem ku prestîja gelê me li asta navneteweyî bê xwarê. Ji vê rewşê rêveberên Başûrê Kurdistanê bi giştî berpirsyarin."
KNK'ê destnîşan kir, ku divê weke gel ew bi hûr û kûr li ser vê rewşê rawestin û ew kesên berpirsyar di demeke kurt de hesabê xwe bidin gelê Kurdistanê.
'ÎRO NE WEXTA AXAFTINÊN BÊ NAVEROK IN; DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÎ BÊ QEYD Û ŞERT TIFAQÊ ÇÊBIKIN'
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îro ne wextê axaftinên bê naverok in, ne jî wextê wê ye ku çi kes ji berpirsyara xwe bireve. Dijmin li ber derî ye. Rewş ne zelal e û hemî desketiyên me di bin xeteriyê de ne. Divê hemî hêzên Kurdistanî bê qeyd û şert, bi lezgînî kom bibin, tifaqa nav xwe pêk bînin, hêzên xwe parastinê di nav koordînasyonekî de bînin ba hev û hêza xwe ya dîplomatîk jî di navendekî kom bikin. Ji vê pêştir çi rêyên din ên serketinê nînin. Em bê hêz û bê îmkan nînin. Rewşa Rojavayê Kurdisanê li ber çavan e. Eger yekîtiya me hebe, eger em bi biryar bin, eger em fedakar bin, bi îmkanên biçûk jî serketin mûmkin e. Azadkirina bajarê Reqayê, ku keleh û paytexta DAIŞ'ê bû, mînaka herî baş e. Dijminên me, li gel hemî nakokiyan jî, di nav xwe de li hember me tifaqan çêdikin. Pêwîste em ji vê rewşê ders bigrin û bibin yek."
'EM ÊRÎŞA HÊZÊN IRAQÊ YA LI SER KERKÛKÊ ŞERMEZAR DIKIN, EM Ê HETA DAWIYÊ LI HEMBER RAWESTIN'
KNK'ê diyar kir, ku divê hikumeta Iraqê zanibe ku bi hêza xwe ya eskerî nikare bi ser bikeve û got, "Divê hikumeta Iraqê li gorî destûrê tevbigere. Pêwîste ew kesên talanker û tewanbar bêne cezakirin. Bi vê munasebetê em êrîşa hêzên Iraqê ya li ser Kurdistanê bi tudî şemezar dikin. Em ê heta dawiyê li hember van êrîşan rawestin û li ber xwe bidin."
Em sêrî de bang li hêzên Hevpeyman û cihana pêşketî dikin û dibêjin, ji rewşê re temaşevan nemînin û piştgiriya Gelê Kurdistanê bikin.
BANGA LI GELÊ KURD: VEGERIN SER CIH Û WARÊN XWE, HÛN BÊ XWEDÎ NÎNIN
Em ji gelê Kurdistanê re dibêjin, vegerin cihê xwe, hûn bê xwedî nînin. Mumkine hinek hêzên Kurdî berpirsyariyên xwe ne anîbin cih û xwe paşde kişandibin. Lê hêzên me yên parastinê hene, Pêşmerge û Gerîlayên qehreman hene, berxwedêrên Rojava hene. Keç û kurên xwebexş hene, vê rewşê qebûl nakin û wê heta dawiyê li ber xwe bidin û welat û gelê xwe bi parêzin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin, li dora hêzên parastinê kom bibin û li hember êrîşan rawestin. Serketin ya me ye."