Ne bi dilê Elmanyayê ye ku alîkariya aborî bide Tirkiyê

Tê gotin Elmanya bersiveke neyênî daye banga AKP’ê ya ji bo alîkariya maddî ku AKP beriya referandûmê bi mebesta ku çend dengan bistîne krîz çêdikirin.

Ji daxuyaniya berdevkekî Wezareta Karê Derve yê Elmanya, diyar bû ku ne bi dilê Elmanyayê ye ku alîkariya aborî bidin Tirkiyê, ku duh di rojnameya Bîldê de Alîkarê Serokwezîr ê AKP’yî Mehmet Şîmşek ev mijara alîkariya aboriyê hatibû zimên. Berdevk diyar kir, ji bilî nûçegihan Deniz Yucel ‘rêze problemên din jî hene’’ û ev jî bûne sedem ku ji alîkariya madî hinekî xwe dûr bihêlin.

Berdevkê Karê Derve yê Elmanya ku tekildarî 15’ê Temûzê mîna daxuyaniyên ku berê dayin, têkildarî operasyonên duh ku nêzî 1000 kes hatibû girtin jî got ew ‘’bêrêjeyî’ dibînin.

Şîmşek ê AKP’yî duh ji Bîldê re axivîbû, gotibû êdî divê têkiliyên bi Elmanyayê re ‘normal’ bibin  û ew hewceyî alîkariya aborî ya vî welatî ne. Vê jî kir ku gumanên ku krîzên beriya referandûmê di ser referandûmê re çêkirin, qelp in, xurtir kir.