Kongreya 6. a NCKD’ê hate çêkirin

Li Elmanya Erfûrtê kongreya 6. a NCDK’ê hate kirin.

Kurdistaniyên ku li eyaleta Thûrînge dijîn li paytexta eyaletê Erfûrttê, 6. kongreya  Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) pêk anîn. Kongre Yekşema bihurî li avahiya Partiya Çepgir (Dîe Lînke) ya li Erfûrtê bi tevlêbûna 100 delegeyî pêk hat. Kongre saet 13.00’an pêk hat. Di kongreyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî.

Koçer di axaftina xwe de geşedanên dawî yên siyasî nirxand û bal kişande ser girîngiya meclîsên gel.

Piştî raporên salane hatine xwendin hevserok û meclîsa nû hatin hilbijartin.

Azîz Mardîn û Mûcize Dep bûne hevserok û her wiha meclîseke ji 35 kesan pêk tê, hate hilbijartin.