NCDK’a Västeråsê kongreya xwe li dar xist
Li Swêdê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Västeråsê kongreya xwe ya asayî ya 2’emîn li dar xist.
Li Swêdê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Västeråsê kongreya xwe ya asayî ya 2’emîn li dar xist.
Nêzî 90 kes û nûnerên komuna Sala, Avesta, Eskîlstûna û Kopîngê tevlî kongreyê bûn.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di kongreyê de axivî û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê têk diçin. Kartal diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê sîvîlan qetil dike.
Piştî xwendina raporên çalakî û maliyeyê, di kongreyê de biryar hate dayîn ku têkiliyê bi hemû Kurdistaniyên li Västeråsê were danîn.
Di kongreyê de 6 komîsyon û hatin avakirin û Tablo Hesen û Huseyîn Cizîrî ji bo hevserokatiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Västeråsê hatin hilbijartin.