NCDK a Saarlandê kongreya xwe ya 5'an li dar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê, kongreya xwe ya pêncemîn a asayî li dar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê, kongreya xwe ya pêncemîn a asayî li dar xist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, siyasetmedar Osman Ergîn axivî û berxwedana Efrînê silav kir.
Osman Ergîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di pêvajoya berxwedana Efrînê de heyeteke hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê hevdîtin bi Serok Apo re kirin û jê xwestin ku Efrînê teslîmî Tirkiyeyê bike. Lê belê Rêber Apo ev daxwaz red kir. Ji ber vê yekê jî tecrîda li ser Rêber Apo bêhtir hate şidandin. Rêveberiya ku di encama vê kongreyê de bê hilbijartin, divê ji bo teşhîrkirina tecrîda li ser Rêber Apo bixebite."
Ergîn diyar kir ku Erdogan dixwaze bi êrîşa li ser Efrînê re emrê xwe dirêj bike, lê ev hewldana wî belasebep e.
Ergîn işaret bi girîngiya yekîtiya Kurdan jî kir û got, pêkhatina yekîtiya Kurdan wê li çar parçeyan gelê Kurd bi ser bixîne.
Bi navê PYD Saarlandê Bavê Zerdşet axivî û spasiya gelê Kurd ê li Saarlandê kir ku heta niha bi rengekî çalak tevlî çalakiyên ji bo Efrînê bû. Bavê Zerdeşt got, "Ez bawerim meclîsa bê hilbijartin jî wê di çalakî û xwepêşandanan de bi roleke mezintir rabe."
Ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Qasem Agirman jî got, "Ji bo Kurdan rêya rizgariyê, yekîtî ye. Ji ber vê yekê divê Kurd ji bo yekîtiyê hewl bidin."
Li dû xwendin û nirxandina rapora karê salekê ya navendê, 8 komîsyon hatin hilbijartin. Dîlan Akdogan û Dexîl Brahîm jî bûn Hevserokên NCDK a Saarlandê.