NCDK a Esslingenê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Esslingen ê Elmanyayê kongreya xwe ya 5. li dar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Esslingen ê Elmanyayê kongreya xwe ya 5. li dar xist.
Hevserokê NAV-DEM'ê Tahir Koçer piştî deqeyeke rêzgirtinê li kongreyê axivî, rewşa siyasî nirxand û işaret bi girîngiya kongreyên NCDK'ê kir.
Piştre rapora li ser karê salekê yê NCDK'ê hate xwendin û nirxandin.
Di dawiyê de 31 endamên meclîsa nû û 7 komîsyon hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşman qediya.