Navenda Parastina Gel: “Artêşa Tirk pêvajoya agirbestê îxlal kir
Navenda Parastina Gel: “Artêşa Tirk pêvajoya agirbestê îxlal kir
Navenda Parastina Gel: “Artêşa Tirk pêvajoya agirbestê îxlal kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir, pêvajoya agirbestê ya bi deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 21’ê Adara 2013'an weşandibû destpê kir, her çiqasî cih bi cih ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibe îxlalkirin jî her dualiyan heta îro bi rê ve birin. Navenda Parastina Gel destnîşan kir ku piştî du salan cara yekê ye artêşa Tirk li hember hêzên gerîla operasyoneke hewayî pêk anîne û got, “Li herêma Oremar a navçeya Gevera Colemêrgê bi van êrîşên li hemberî du baregehên gerîla agirbest hatiye îxlalkirin.”
Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de ev xisûs hatin diyarkirin, “Pêvajoya agirbestê ya bi deklarasyona Rêber Apo ya 21’ê Adara 2013'an weşandibû destpê kir, her çiqasî cih bi cih ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibe îxlalkirin jî her dualiyan heta îro bi rê ve birin. Piştî du salan cara yekê ye artêşa Tirk li hember hêzên gerîla operasyoneke hewayî pêk anîye. Li herêma Oremara a navçeya Gevera Colemêrgê bi van êrîşên li hemberî du baregehên gerîla agirbest hatiye îxlalkirin.
13’ê Cotmehê (îro) saet di navbera 13.00 û 15.00’an de ji baregeha Leşkerî ya Oramar a girêdayî artêşa Tirk li hemberî herêmên Şehîd Rehîme û Şehîd Xefûr bi hewan û obûsan êrîş pêk hatine. Heman rojê di navbera 15.30 û 16.30’an de balafirên şer ên aîdî arteşa Tirk li hemberî heman herêman êrîşên hewayî pêk anîne. Li hember êrîşên balafirên şer hêzên me yên gerîla bi doçkayan bersiv dane. Dîsa duh êvarî saet, 20.30’an artêşa dagirker a Tirk careke din bi obûs û hewanan êrîşî herêmên Şehîd Rehîme û Şehîd Xefûr kiriye. Hêzên me yên gerîla jî bi hewanan bersiv daye van êrîşan.
Di van êrîşan de hêzên me ku tu windayî nedane, der barê windahiyên aliyê din de agahî nehatine wergirtin. Li ser herêmê jî bi balafirên bêmirov kêşf tên kirin.
13’ê Cotmehê saet di navbera 14.30 û 18.00’an de qada di navbera Colemêrg-Gever de balafirên şer bi awayekî daîmî geriyane û li hemberî gundê Zerê yê girêdayî Oramar bomberdûmanek pêk hatiye. Di navbera saet 16.30 û 23.00’an de jî bi awayekî daîmî balafirên keşfê geriyane.
13’ê Cotmehê saet di navbera 14.00 û 15.00’an de artêşa Tirk a dagirker li hemberî herêmên Gomankê û Dertê yên girêdayî Oramar û Şitazin bi obûs û hewanan êrîş pêk anî. Saet di navbera 17.00 û 18.00’an de li herêmê ku balafirên şer nizm firiyan ji duh bi şev saet 21.00’ê heta niha balafirên bêmirov keşfan pêk tînin.
Di êrîşên li hemberî vê herêmê de tu windahiyên hêzên me yên gerîla çênebûne.
13’ê Cotmehê jî saet di navbera 15.00 û 17.00’an de balafirên şer li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Dîsa ji Baregeha Leşkerî ya Bîlîcan a girêdayî Çelê herêm bi çekan hatiye gulebarankirin û saet di navbera 17.00 û 23.00’an herêm hatiye kefşkirin.
13’ê Cotmehê jî saet di navbera 19.00 û 24.00’an de li herêma Heftanîn bi navber balairên şer geriyane û keşfên bi balafirên bêmirov jî bi awayekî daîmî dewam kiriye.”