Navenda Olof Palmeyê: Êrîşên li ser Efrînê bidin sekinandin

Anna Sûndstrom a ji Navenda Olof Palmeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da  “Tehamula Erdogan ji destkeftiyên Kurdan re tune.”

Piştî ku endamên Partiya Karkerên Demokrat û Sosyal ên Komîsyona Têkiliyên Bi Derve ya Parlementoya Swêdê xwest ku bila êrîşên li ser Efrînê were sekinandin, Navenda Olof Palmeyê jî bangeke wisa kir.

Sekretera Giştî ya Navenda Navneteweyî ya Olof Palmeyê Anna Sûndstrom diyar kir ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî divê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar bikira.

‘ÊRÎŞKARIYA TIRKIYEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Sûnstrom got ku, “Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin û dixwazin êrîşên Tirkiyeyê werin sekinandin.” Sûnstrom ji bo Soçiyê jî got ku, “Aştiya bêyî Kurdên li Sûriyeyê ne mumkun e. Hin koman jî Soçî boykot kirin. Ev jî diyar dike ku hin nakokî hene.”

‘JI BO AŞTIYA MAYÎNDE DIVÊ PYD TEVLÎ HEVDÎTINAN BIBE’

Sûnstrom diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê PYD tevlî hevdîtinên aştiyê bibe û got “Heke hemû aktor tevlî hevdîtinan nebin, wê aştiyeke mayînde pêk neyê.”

Sûnstrom bal kişand ser vî tiştî ku dema welat hildiweşiya Kurdan pergaleke bi îstîkrar û serkeftî ava kirin  û got, “Dinyayê piştgirî da PYD’ê û Erdogan ji vî tiştî aciz bû û Erdogan êrîşî Efrînê kir.”

‘JI BER KU LI DIJÎ ŞER DERDIKEVIN, TÊN GIRTIN’

Sûndstrom diyar kir ku bûyerên li Tirkiyeyê wan dixin nav fikaran û got, “Bijîşk ji ber ku li dijî êrîşan derketin, hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku bomberdûmanê rexne dikin, tên girtin. Tiştekî gelekî xerab e ku, mirovên li dijî şer werin girtin.

‘DIVÊ CÎHAN BI BIRYAR BE’

Sûndstrom têkildarî bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê û welatan jî got ku ‘Yekîtiya Ewrûpayê ji ber meseleya penaberan li dijî Erdogan dernakeve. YE hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan naparêzê. Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide hêzên aştîxwaz.”

Sûndstrom ji Erdogan re jî got ku, “Bomberdûman li ser Efrînê bide sekinandin. Têkiliyê bi Kurdan re deyne û kêşeyê bi rêyên aştiyane çareser bike.”