Navenda Çanda Êzîdxan: Em xwedî li Rêber Apo derkevin

Navenda Çanda Êzîdxanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ê xwedî li Rêber Apo derkevin.

Navenda Çanda Êzîdxanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ê xwedî li Rêber Apo derkevin.  Daxuyanî wiha ye:

“Em bang li hemû civaka xwe ya Êzîdî û li gelê Kurdistanê dikin. Ji bo jiyana Rêber APO em ji her cureyên çalakiyan re amade bin.

Wekî ku tê zanîn ev sê sal in, nahêlin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û li ser wî tecrîdeke giran heye. Ligel hemû bangên gelê me, tecrîd bi awayekî giran didome.

Di van rojên dawîn de ji ber rewşa Rêber Apo em di nav fikaran de ne. Em, Rêber Apo wekî afirîner û kesê herî nêz ê felsefeya Êzdayetiyê dibînin.

Ji her kesî bêtir divê em xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji ber ku wî Destana Dewrêşê Evdî bi gelê Kurd û cîhanê daye nasandin.Em wek Navenda Çanda Êzidxan dibêjin ku berxwedan jiyan e û bêdengî îxanet e.”