Navê şervanê YPG'ê Orsetti li parkeke li Romayê hate kirin

Navê şervanê YPG'ê yê anarşîst Lorenzo Orsetti li parkeke li paytexta Îtalya Romayê hate kirin.

Cenazeyê şervanê enternasyonalîst ê YPG'ê Lorenoz Orsetti (Têkoşer Piling) ku 18'ê Adarê li Baxozê di şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, di rojbûna wî de di 15'ê Hezîranê de gihîştibû Floransayê devera lê ji dayik bû. Cenazeyê Orsetti 24'ê Hezîranê li Floransayê hatibû veşartin.

Ji bo bîranîna şervanê enternasyonalîst hefteyeke çalakî tên kirin. Navê Orsetti li parkeke li paytexta Îtalya Romayê hate kirin.

Komîteya Serxwebûnan li parkê merasîmek pêk anî û gelek kes tevlî bûn.

Bavê Orsetti Alesandro Orsetti jî di merasîma vekirina parkê de amade bû. Gelek Îtalyan û nûnerên organîzasyona Kurd jî tevlî merasîmê bûn.

Di dema merasîma vekirina parkê de hunermenda Kurd Mubîn Dunen jî hunera xwe pêşkêş kir.