Navê girtiyên di greva birçîbûnê de
Navê girtiyên ku li dijî tecrîda Imraliyê ketine greva birçîbûnê diyar bûn.
Navê girtiyên ku li dijî tecrîda Imraliyê ketine greva birçîbûnê diyar bûn.
Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî berxwedana Leyla Guven 16'ê Kanûnê li 9 girtîgehên cuda grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dest pê kirin.
NAV Û GIRTÎGEH
Navê girtiyên ku ketin greva birçîbûnê jî zelal bûn. Navê 40 girtiyan ku Leyla Guven jî di nav wan de ye û yên girtîgehan wiha ne:
Girtîgeha Girtî a Jinan a Gebzeyê: Hacer Halîl Yusuf, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemîr, Ayten Gulsum, Ozlem Soyler.
Girtîgeha Tîpa F ya Girtî ya Nimro 1 a Kandirayê: IbrahîmKaya, Umut Çamlibel, Yusuf Başaran, Guven Suvarîoglu, Ridvan Guven, Necla Atak.
Girtîgeha Tîpa L'yê ya Patnosê: Mehmet Bozdag, Cengaver Aykul, Atîla Çoşkun Ozer, Omer Kabul, Abdullah Kizilkaya.
Girtîgeha Nimro 1 a Xarpêtê: Metîn Serhat, Harûn Alkan, Mûsa Candemîr.
Girtîgeha Tîpa D ya Girtî ya Amedê: Sercan Gumuş, Ridvan Kaya, Nîmetûllah Cankiliç, Hayatî Uzman, Cuneyt Aslan.
Girtîgeha Girti ya Tîpa F'yê ya Wanê: : Cîhan Tamur, Bariş Kahraman, Şahîn Oncu, Azîm Sokemen, Bahtiyar Kemal Hasan.
Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Esma Başkale, Belgîn Kanat, Zozan Kutum, Reyhan Çoşmuşlu.
Girtîgeha Tîpa E ya Girtî ya Amedê: Leyla Guven, Evîn Kaya, Kibriye Evren, Hîlal Olmez.
Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê: Alî Bektaş, Dilgeş Yaşar, Abdullah Aydin.
LI XARPÊTÊ ROJA 49'ÂN
Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê Emîne Înan, Sevîm Ekîn, Gulîstan Seçkîn Remziye Karadag, Kader Peker û Zeynep Turan ev 49 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Dİyar bû ku girtiyan pir li xwe şikandiye û girtîgeh ti bersivê nade ti hewcehiyên girtiyan.