Navê dagirkeriya nû ya MGK’ê: Korîdora Aştiyê

Rejîma Tirk ji bo dagirkeriya li ser Rojava ketiye pey navên ku qaşo aştiyê li herêmê pêk bîne. Vê carê navê dagirkerî û pilana nû ya şer ‘Korîdora Aştiyê’ ye.

Civîna Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) ya bi pêşengtiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatibû destpêkirin, şeş saetan dom kir.

KURD DI HEDEFÊ DE NE

Piştî civînê belavokek ji çar bendan pêk dihat parve kirin. 3’ê ji bendan armanc Kurd bûn.

Li gorî belavokê di civînê de hatiye diyarkirin ku wê hem li hundir û hem jî li derve êrîşên xwe yên li dijî Kurdan ên di bin navê “PKK/PYD û YPG’ de bidomînin.

Hate destnîşankirin ku wê dagikeriya li Başûrê Kurdistanê bidome, her wiha çalakiya li Hewlêrê ku têde endamê MÎT’ê ya Sefaretxaneya Tirk hatibû kuştin jî bûye rojeva wan.

Di belavokê de aciziya li dijî derxstina siyasetmedarên Kurd ya ji înterpolê jî hate nîşandan. Rejîma Tirk diyar kir ku derxistina gelek kesan a ji bultena sor zirarê dide armanca avakirina ÎNTERPOL’ê.

Di civîna MGK’ê de nîyeta dagirkeriyê ya li dijî Federasyona Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nîşandan. Li gorî belavokê dibin navê “ewlehiya sînor” de ew ê “Korîdora Aşitiyê” ava bikin.

Rejîma Tirk beriya niha jî di êrîşên dagirkeriyê de têgihên aştiyê di şerê xwe yê qirêj de bikaranîbû. Yek ji van jî sûcên şer û talankirinên bi navê “Çiqlê Zeytûnê” bû.