NAV-YEK: Em ê tecrîdê bişkînin!

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî , Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên li Bakurê Kurdistan, Meclîsa Şengalê Derveyî Welat (MŞD), Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) ji bo grevên birçîbûnê daxuyaniyek hevpar dan.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re roj bi roj zêde dibin.

Sazî û dezgehên Êzidiyan bi pêşengiya Rêveberiya Mala Êzidiya Heîdekreîs daxuyaniyek hevpar dan û wiha tê gotin; “Ji bo xwedîderketina pêvajoya bi pêşengtiya Leyla Guven ku berxwedaniya rûmetê tê meşandin, sazî û dezgehên Êzîdiyan bi giyana seferberiyê tev digerin! Li gorî vê di her roja Çarşemê bi alayên rêxistinên, sazî û dezgehên me Êzidî, bi pankart û wêneyên Leyla Guven daxuyaniyên çapemenî yên bi girseyî didin!

Rêveberiya Mala Êzidiyan a Heîdekreîs, saziyên Êzidiyan, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD), Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ) tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û heta dawiyê em ê piştgiriya çalakiyan bikin û em ê tecrîdê bişkînin.”